SerupelVîdyoKurdan li Davosê êrîşên li dij Rojava protesto kirin

Kurdan li Davosê êrîşên li dij Rojava protesto kirin

Çalakgerên kurd li navçeya Davosê ya Swîsreyê dengê xwe yê ji bo êrîşên li dij Rojava bigihînin Forûma Aboriyê ya Cîhanê çalakiyeke protestoyê li dar xistin.

Welatparêzên kurd ên li Swîsreyê bi çalakîyan êrişên li ser Rojava protesto dikin. Îro bi taybetî çalakîya li Davosê balê kişand ser xwe. Çalakgerên li Davosê kom bûn, xwestin dengê xwe bigihînin Forûma Aborîyê ya Cîhanê. Bi sedan kesên ku li kolanên bajêr meşîyan, alên Kurdistanê, YPG, YPJ, QSD û KCK hilgirtin.

Di heman rojê de çalakîyeke din a girseyî jî li Kantona Cenevê ya li Swîsreyê hat lidarxistin. Çalakgeran bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî bûyerên li Rojava diqewimin bigirin ser xwe.