Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo mudaxeleya Amerîkayê ya Venezuelayê binirxîne civîn li dar xist.
Nîqaşên li ser mijarê dubendî xist nava Konseyê.
Li gel Rûsya, Çîn, welatên Amerîkaya Latîn ên wekî Kolombiya, Kuba û Brezîlê û hin welatên din ên konseyê rexneyên giran kirin, welatên Ewrûpayê û Meksîka desteg dan kiryara Amerîkayê.
Welatên Ewrûpa û Meksîka mudaxeleya Amerîkayê wekî kiryareke rewa dinirxînin, bes rexne hene ku mudaxeleya heyî serweriya dewletê qels dike.
Nûnerê Venezuelayê Samuel Moncada kiryara Amerîkayê wekî êrîşa li serweriya welatê xwe pênase kir, got: Êrîşeke derqanûnî ya çekdarî li welatê wan hatiye kirin.
Samuel Moncada weha dewam kir, got, Amerîkayê welatê wan daye ber bombeyan, kesên sivîl û leşker kuştine û serokê wan Nicolas Maduro û jina wî Cilia Floresê revandine.
Nûnerê Venezuelayê pê re jî got Amerîka ji bo dest dayîne ser çavkaniyên xwezayî û dewlemendiyên bin erdê, ev êrîş pêk aniye, lewma jî bang li Konseyê kir ku di çarçoveya Şertê Neteweyên Yekbûyî de erkên xwe bi kar bîne.
Nûnerê Rûsyayê Vassily Nebenzia destnîşan kir ku Amerîka bi tu awayî nikare mahneyan ji sûcên xwe yên li Venezuelayê re bibîne.
Nebenzia Amerîkayê bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî tawanbar kir û gotina xwe weha dewam kir: “Îroj li vir em encamên binpêkirina normên hiqûqa navneteweyî ya qaşo li ser qaîdeyan bilind dibe, dijiyin. Binerin, pergala we bi hemû rewneqiya xwe, heta ku bawermendên xwe yên herî sadiq jî dixe nava erjengiyê.”
Nûnerê Çînê jî got zordariya Amerîkayê wan xistiye nava şokê û daxwaz kir ku Amerîka dev ji zordariyê berde û bi welatên herêmê re têkîliyên xweş dayîne.
Nûnerên Kolombiya û Kubayê kiryara Amerîkayê wekî sûc destnîşan kirin, nûnerê Brezîlê jî got: “Bombekirin û revandina serokê Venezuelayê nayê qebûlkirin.”
Foto bi alîkariya aqilê çêkirî hatiye çêkirin


