SerupelNûçeKedkarê zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan li penaberiyê koça dawîn kir

Kedkarê zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan li penaberiyê koça dawîn kir

Zimanzan û kedkarê zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan li bajarê Uppsala yê Swêdê koça dawîn kir

Zimanzan û kedkarê zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan di 90 saliya xwe de, li bajarê Uppsala yê Swêdê koça dawîn kir.

Bozarslan 45 salên ji jiyana xwe li penaberiyê derbas kir.

Xebera mirinê ya Bozarslan, ji aliyê Aycan Şermîn Bozarslanê ve hat ragihandin. Aycan Şermîn Bozarslanê destnîşan kir ku merasîma cenazeyê di navbera malbatê de pêk hatiye.

Şûna Mehmet Emîn Bozarslan, 11’yê Sibatê, saet di navbera 13:00 û 16:00 de, li navenda konferansê ya Stabby prästgårdê ya li Uppsalayê wê bê danîn.

Mehmet Emîn Bozarslan li ser alfabeya Kurdî, ferheng û wergerê gelek xebat kir.

Zimanzan û rewşenbîrê Kurd zêdetirê 50 berheman diyariyî pirtûkxaneya Kurdan kir.

Kî ye Mehmet Emîn Bozarslan?

Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934’an de, li navçeya Licê ya Amedê ji dayîk bûye.

Bozaslan wekî gelek Kurdan, bi derfetên xwe fêrî Tirkî bûye û pê re ji derve ketiye azmûnan û di sala 1956’an bûye muftî.

Lê belê ji ber sedema berhemên ku li ser nasname, ziman û pirsgirêkên civakî nivîsandiye, du caran ji wezîfeya muftîtiyê hatiye dûrxistin.

Di sala 1968’an de, berhema “Alfabê” di heman roja ku hat weşandin de hat berhevkirin. Sûcdariya “cudaxwaziyê” li Bozaslan hat kirin û wî avêtin hefsê.

Bozaslan li pêyî derbeya 1971’ê careke din hat girtin û heta sala 1974’an di girtîgehê de ma.

Di sala 1979’an de, ji ber sedema zextên li ser wî, îlticayî Swêdê kir.

Hin berhemên Mehmet Emîn Bozarslan

– İslamiyet Açısından Şeyhlik–Ağalık (Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxtî û Axatî – 1964)

– Doğu’nun Sorunları (Pirsgirêkên Rojhilat – 1966)

– Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu (Pirsgirêka Xilafet û Ometperestiyê – 1967).

– Alfabê (1968)

– Wergera bo Tirkî ya berhema klasîk a Mem û Zîna Ehmedê Xanî. (1968).

– Ferhenga Kurdî –Tirkî (1978)

– Werger û Edîtoriya Berhemên Klasîk (Veguhastina Tîpên Latînî)

– Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya Şerefnameyê

– Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Methelok)

– Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.

– Melayê Meşhûr: Berhevkirina methelokên Kurdî.

– Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Meselokên sîyasî

– 6 cildên Pêkenokên Gelî (Ji 1987 heta 1991’ê salê cildek)