Hikumeta Sanae Takaîçî ya Japonyayê ji ber helwesta xwe ya li ser çekên nukleerî li welêt rastî reaksîyonan tê.
Meclîsên Bajaran ên Hiroşîma û Nagazakîyê bi daxuyanîyên cuda hikumetê hişyar kirin.
Herdu bajar di daxuyanîyên xwe de ji hikumeta Tokyoyê daxwaz kirin, li polîtîkaya nukleerî ya welêt xwedî derkeve.
Meclîsa Hîroşîmayê di daxuyanîya di 9ê kanûna paşîn de hikumeta Sanae Takaîçî xwest, hestên şênîyên bajarên rastî êrişa bombeya atomê hatine, fam bike.
Meclîsa Nagazakîyê jî di daxuyanîya rojekê berê de îşaret bi helwesta hikumetê ya ji bo prensîbên ne-nukleerî kir û got ku “ev yek bi tevahî nikare bê qebûlkirin.”
Hîroşîma û Nagazakî di tebaxa 1945an de rastî êrişên bombeyên atomê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin.
118 hezar mirov di kêliyên ewil ên êrişê de mirin û her du bajar bi erdê re bûn bûn yek.
Di nava demê de hejmara qurbanîyên karesata atomê gihîşt 210 hezarî.
Japonya piştî her du êrişan, çekan danî û xwe radestî Amerîkayê kir.
Welat di 1971’an de belgeyeke Sê Prensîbên Ne-Nukleerî qebûl kir.
Belge bû parçeyeke polîtîkaya neteweyî û heta îro jî di merîyetê ma.
Bi hersê prensîban Japonya hilberîn, xwedîtî û bicîkirina çekên nukleerî ser axa xwe qedexe dike.
Foto: Ala Japonyayê


