SerupelNûçeHevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê li Cenevê didomin

Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê li Cenevê didomin

Hevdîtinên aştîyê yên Rûsya-Ûkraynayê îro li Cenevê berdewam dike. Rûsya ji alîyê Igor Kostyukov (şefê îstixbarata leşkerî GRU) û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mikhail Galusin ve û Ûkraynayê jî ji alîyê Wezîrê Parastinê Rustem Umerov tê temsîlkirin.

Nuqteyên giring

  • Rûsya û Ukrayna duh li Cenevê rêzêhevdîtinên sêyemîn dan destpêkirin
  • Hevdîtinên bi “dijwarî” derbas dibe îro wê berdewam bikin
  • Rûsya bi israr ji Kîevê dixwaze ji herêma Donbasê vekişe
  • Ukrayna ji bo peymana aştîyê ji Amerîka û Ewrûpayê garantîyên ewlehîyê dixwaze

Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê yên ji bo bidawîkirina şer duh dest pê kirin.

Bajarê Cenevê yê Swîsreyê malovanîyê ji van hevdîtina re dike.

Wezîrê Parastinê Rustem Umerov di hevdîtinan de be tê temsîlkirin.

Rûsya ji alîyê Igor Kostyukov (şefê îstixbarata leşkerî GRU) û Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mikhail Galusin ve û Ûkraynayê jî ji alîyê Wezîrê Parastinê Rustem Umerov tê temsîlkirin.

Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff û karsaz û zavayê Trump Jared Kushner di hevdîtinan de navbeynkarîyê dikin.

Muzakeravanê ûkraynî Rustem Umerov di hesabê xwe yê medyaya civakî de li ser hevdîtinan agahî dan.

Umerov got, di roja yekemîn de piştî civîna hevpar, komên teknîkî li ser mijarên cuda civîyan e.

AFPyê ku xwe spart çavkanîyeke rûs, ragihand ku hevdîtin “pir dijwar” derbas bûn e.

Li gorî ajansê, hevdîtina roja ewil 6 saet dom kirî ye.

Çi tên nîqaşkirin?

Mijarên sereke yên hevdîtinê statuya herêma Donbasê ya Ukraynayê ye.

Rûsya dixwaze Ukrayna ji tevahîya herêma Donbasê vekişe lê Kîev vê qebûl nake.

Ukrayna tevî vê, dixwaze di peymaneke aştîyê de garantîyên ewlehîyê yên welatên Rojava cî bigirin.

Hevdîtinên yekemîn û duyemîn ên herdu welatan li bajarê Abû Dabî ya Mîrektîyên Ereb pêk hatibû.

Lêbelê ji herdu hevdîtinan jî tu encam derneketibû.