Platforma Xê da xuyakirin, ew ê pêşî li Grokê bigire da ku nikari be wêneyên tazî yên mirovan nîşan bide. Grok xizmeteke Xê ye ku xwedîyê Elon Musk e. Nerazîbûnên li cîhanê yên derbarê vê meseleyê de Xê neçar kir gaveke wiha bavêje.
Grok bi rêya Aqlê Çêkirî dikare wêneyan li gorî daxwazê edît bike. Hin ji bikarhênerên Grokê vê xizmetê ji bo hilberîna fotografên tazî yên jin û zarokan bi kar tînin.
Xê daxuyanîya derbarê mijarê de ji hesabê tîma xwe ya Ewlekarîyê kir. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Me tedbîrên teknolojîk girtin da ku pêşî li destûrdayîna Grokê ya edîtkirina dîmenên mirovan a ji bo kinc ji wan bên kirin, bê girtin. Ev astengî wê ji bo hemû bikarhêneran be ku di nava wan de kesên abone jî hene.”
Malezya û Îndonezya Grokê asteng kiribûn
Malezya û Îndonezyayê ji ber ku Aqlê Çêkirî Grok dikare fotoyên sexte yên tazî hilberîne, Grokê asteng kiribûn. Herdu welat gotibûn ku Grok dikare ji bo hilberandina wêneyên pornografîk ên jin û zarokan bê bikaranîn. Bi vî awayî, Malezya û Îndonezra bûn welatên ewil Aqlê Çêkirî qedexe dikin.


