Rageşiya Amerîka û Îranê ya li pêyî protestoyên meha Kanûnê dabû destpêkirin dewam dike.
Hat ragihandin, girsekeştiya şer a balafiran a bi navê Abraham Lincoln ya ku Amerîkayê şandiye Rojhilata Navîn, li nêzîka Îranê bi cî bûye.
Amerîka her çiqasî şandina keştiyê wekî tedbîrên ji bo xurtkirina parastinê pênase dike jî, di encamê de, hêzên derya û hewayî yên Washingtonê li herêmê digihîjin hev.
Vê keştiya bi fermana serokê Amerîkayê Donald Trump li herêmê hatiye bicîkirin, bi fuzeyên Tohahawk û rûxînerên Arleigh Burkeyê, balafirên şer ên xeyalet ên F-35C Lightining II û F/A-18E/F Super Hornet ve hatine biçekirin.
Tevî vê keştiyê Amerîkayê balafirên F-15E Strike Eagle li Urdinê û balafirên bombebaranê yên B-52 Stratofortness li Qeterê bi cî kirine.
Lewma jî hêza êrîşê ya Amerîkayê ya li herêmê mezin e.
Amerîkayê her çiqasî heta niha êrîş nedaye destpêkirin jî, vê bicîkirina li nêzîka Îranê destnîşan dike ku Washingtonê radeya tehdîtê derxistiye merhaleyeke girîng.
Li aliyê din, Îranê pankarteke mezin a ku bi Îngilîzî û Farisî dibêje “Ê bayê biçîne wê firtoneyê hilberîne” li Meydana Înkilabê ya Tehranê daliqand.
Di pankartê de ala Amerîkayê hatiye bikaranîn û keştiya balafiran wekî hedef tê girtin.

