SerupelCivakFrankfurt ji pîrozbahîyeke girseyî re malovanîyê kir

Frankfurt ji pîrozbahîyeke girseyî re malovanîyê kir

Îsal ligel Bonnê bajarê Frankfurt ê li Almanyayê bû navendeke din a pîrozbahîyên Newrozê.

Çalakî ji alîyê sazîyên dîyasporayê yên nêzîkî PKKê ve hat lidarxistin

Loma jî wekî çalakîyeke alternatîf a li hember pîrozbahîya li Bonnê derket pêş.

Ji gelek welatên Ewrûpayê bi dehhezaran kes tevlî vê pîrozbahîyê bûn.

Di qada pîrozbahîyê de herî zêde al û sembolênRojava, PKK, YPG û YPJê hatin hildan.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus di bernameyê de axaftinekê kir.

Karamus di axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa Kurdistanî û got ku divê di vê dema krîtîk de gelê Kurd di nava yekîtiyê de tevbigere.

Di çalakîyê de peyama lîderê PKKê Abdulah Ocalan bi tirkî û kurdî hat xwendin.

Şaredara berê ya Frankfurtê Nargess Eskandari-Grünberg jî bi vîdyoyekê peyam şand çalakîyê.

Fermandara YPJê Rohilat Efrîn ku tevlî bernameyê bûbû, axaftinekê kir.

Efrîn qala rewşa dawî ya li Kurdistanê kir û diyar kir û got ku, divê destkeftîyên kurdan werin parastin.

Di çalakîyê de Kaweh Mansoori ya ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), Bodo Ramelowê ji Partiya Çep (Die Linke) û nûnerên PJAK, Goran û YNK’ê axivîn.

Muzîkjen Rojda û Mustafa Demir û gelek hunermendên din tevlî pîrozbahîyê bûn.

Nûçe di Infowelat de hatîye weşandin