SerupelNûçeErdogan û Mitsotakis peymaneke hevkariyê îmze kirin

Erdogan û Mitsotakis peymaneke hevkariyê îmze kirin

Armanca peymanê wekî têkîliyên Tirkiye û Yûnanistanê bi îstikrar bikin û hevkariya di navbera herdu welatan de berfireh bikin hat ragihandin.

Tirkiye û Yûnanistanê li paytexta Tirkiyê AnqereKonseya Hevkariyê ya Asta Bilind li dar xistin.

Rayedarên Payebilind û Wezîrên herdu hikûmetan beşdar bûn.

Li pêyî civîna konseyê, Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan ji bo hevkariya Tirkiye û Yûnanistanê xurt bikin peymanek îmze kirin.

Armanca peymanê wekî têkîliyên herdu welatan bi îstikrar bikin û hevkariya di navbera xwe de berfireh bikin hat ragihandin. Mijarên wekî, halxweşiya aborî, guherîna çandî, hevkariya zanyariyê û pêşdebirina koordînasyona di navbera wezaretên karên derve di peymanê de cî digirin.

Dema Tayyib Erdogan û Kyriakos Mitsotakis hevdîtin pêk anîn, 10 wezîrên Yûnanistanê jî di odeyên nêz de, bi hevkarên xwe yên Tirkiyê re hevdîtin kirin.

Tayyib Erdogan dema li ser peymanê axivî, Kyriakos Mitsotakis wekî dostê xwe bi lêv kir, pê re jî got: “Meseleyên di navbera me de çareser dibin, lazim e em kanalên diyaloga di navbera xwe de vekirî bihêlin.”

Serokomarê Tirkiyê pê re jî hêviya xwe ya azadiya olî û îmkanên perwerdehiya ji bo kêmara Tirk a li Rojhilatê Trakyayê ji Mitsotakis re anî ziman.

Serokwezîrê Yûnanistanê destnîşan kir ku ew di çarçoveya Peymana Lozanê de nêzî mijara kêmaran dibin. Pê re jî got wan li ser hin mijaran li hev nekirine, li herêmê hin mijar û pirsgirêkên dijwar hene. Divê herdu welat bi hev re ji bo îstikrara herêmê hewl bidin.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.