Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen ji bo bersivê bide Trump, daxuyanîyekê weşand.
Frederiksen bi van gotinan serwerîya Denmarkê îfade kir:
Mîrektîya Denmarkê ji sê parçeyên xwe bi rê ve dibin pêk tê: Denmark, Giravên Faroyê û Greenland.

Di berdewamîya daxuyanîyê de hat dîyarkirin, “ev herêm di bin yek dewleteke serwer de bûne yek ku polîtîkaya derve, berevanî û cûreyê pereyên wan hevpar in.”
Serokwezîrê Greenlandê Jens-Frederik Nielsen jî di heman mijarê de van daxuyanîyekê da.
Lîderê greenlandî bi van gotinan ajot ser Trump:
Dema serokê Amerîkayê dibêje ‘pêdivîya me Greenlandê heye’ û midaxaleya leşkerî ya li Venezûelayê mînak dide, ev ne tiştekî şaş e lê di heman demê de bêhurmetî ye.
Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kovareke amerîkî re dîsa polîtîkaya xwe ya ji bo Greenlandê anîbû rojevê.
Trump di hevpeyvîna kovara The Atlanticê de wiha axivî bû:
Teqez pêdivîya me bi Greenlandê heye. Pêdivîya me ji bo parastinê pê heye.”
Trump berî niha jî gelek caran meseleya statuya Greenlandê anîbû rojevê.
Serokê Amerîkayê îdîa kiribû, Rûsya û Çîn li Greenlandê hebûna xwe xurt dikin û ev ji bo Amerîkayê xetere ye.
Greenland ji sedsala 18. û vir ve di bin kontrola Denmarkê de ye.
Denmark di sala 1979an de otonomîya polîtîk a giravê nas kir.


