Çîn û Afrîkaya Başûr ji bo xurtkirina têkiliyên xwe yên aborîyê gaveke giring avêtin.
Herdu welêt çarçoveya ji bo Peymana Hevalbendiya Aboriya Pêşketina Hevpar a Çîn û Afrîkayê îmze kirin.
Detayên peymanê wê heta meha adarê bê zelalkirin û paşê wê peymana dawî bê îmzekirin.
Peyman destûrê dide Afrîkaya Başûr bêtir di bazara Çînê de hebûna xwe xurt bike. Çîn destûrê dide vî welatî ku bêyî baca gumrigê bide berheman li bazarên wê bifiroşe.
Li aliyekî din destûr tê dayîn, şîrketên Afrîkaya Başûr bi hêsanî di sektora madenan, çandinî, enerjîya paqij û teknolojîyê yên Çînê de kar bikin.
Sebeba esas ka çima Çîn û Afrîkaya Başûr peymaneke wiha giring îmze kirin, tarîfeyên giran Amerîkayê yên li hemberî herdu welatan e.
Pekîn û Pretoria bi rêya kûrkirina hevkarîya xwe ya aborîyê dixwazin li dijî Amerîkayê berjewendîyên xwe biparêzin.
Analîz
Bacên gumrigê yên Amerîkayê bandoreke giran li Afrîkaya Başûr dike. Welêt bi vê peyman bi Çînê re dixwaze zirara gihîştîye aborîya xwe kêm bike. Loma jî peymaneke wiha berfireh tercîheke stratejîk e ji bo Afrîkaya Başûr. Peyman destûrê dide ku Çîn bandora xwe ya li ser Afrîkaya Başûr û herwiha li parzemîna Afrîkayê xurt bike. Bi gotineke din, Çîn şerê bazirganîyê ku Trump dabû destpêkirin ji bo xurtkirina hebûna xwe ya li Afrîkayê bi kar tîne. Peymana dawî ya bi Pretorîayê re mînakeke zelal a vê stratejîya Çînê ye.
Foto: Alên Çîn û Afrîkaya Başûr


