Li herêma Ngadî ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşa qetlîamê pêk hat. Çeteyên Hêzên Demokratîk ên Mutefîk ên girêdayî DAEŞ’ê nîvê şevê êrîş birin ser niştewarên şêniyan û nêzî 20 sivîl kuştin.
Dîmenên ji herêmê der hatin, erjengiya êrîşê nîşan didin. Tê dîtin ku rayedar û şêniyên herêmê ji der dorê cesedan radikin.
Tê îdiakirin ku şêniyan beriya êrîşê hêzên ewlekariyê hişyar kirine, bes tedbîrên hatine ragirtin têra girtina pêşiya êrîşê nekirine.

Hêrêmên Bakurê Kivu û Ituriyê yên ku bandora şewba Ebolayê bi giranî lê dewam dikin, her çiqasî hêzên Kongo û Ûgandayê operasyonên leşkerî pêk tînin jî, herêmên herî bêîstikrar ên welat in. Li gorî Neteweyên Yekbûyî radigihîne, şîdeta komên çekdar, li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê heta niha bûne sedema bi milyonan kes ji ciyûwarên xwe bibin.
Li van herêmên ku ji hêla kanan ve dewlemend in, gelek komên çekdar di nava faaliyetê de ne. Van koman ji zêdetirê 30 salan e li van herêman li dij sivîlan buyerên şîdetê û qetlîaman pêk tînin. Hêzên Demokratîk ên Mutefîk a ku di sala 1990’î de hatiye damezrandin, yek ji van koman e. Vê koma ji aliyê çeteyên Ugandayî ve hatiye damezrandin, têkîliya xwe ya bi DAEŞ’ê re îlan kiribû.


