SerupelAborîBûlgaristan bû endamê herêma euroyê

Bûlgaristan bû endamê herêma euroyê

YE derîyên herêma euroyê li Bûlgaristanê vekir. Ji 1ê kanûna paşîn 2026an û vir ve Bûlgaristan tevlî vê herêmê bû. Nîvê civaka bûlgar li hember vê biryarê xwedî helwest e.

Piştî Kroatyayê, cara duyemîn welatekî balkan bû endamê herêma euroyê.

Bûlgaristan ji serê vê salê û vir ve tevlî vê herêmê bû ku wekî eurozone tê pênasekirin.

Yekitîya diravî ji Bûlgaristanê bêtir sektora fînansî a YEyê kêfxweş kir.

Seroka Bankaya Navendî ya Ewrûpayê (ECB), Christine Lagarde derbarê mijarê de van gotinan kirin:

“Euro semboleke bihêz e. Ewropa çi bixwaze dikare bi dest bixe, bes ku em bi hev re bixebitin.Em dikarin euroyê ji bo derbaskirina nezelaliya jeopolîtîk a cîhanî bi kar bînin .”

Bûlgaristana  ji sala 2007an û vir ve endamên Yekitîya Ewrûpayê ye.

Hevdîtinên tevlîbûna herêma euroyê di 2018an de bi vî welatî re dest pû kirin.

Cara dawî, derîyê vê herêmê di 2023’an de li Kroatyayê re hatibû vekirin.

Niha ji 27 welatên Yekîtîya Ewropayê 6 ji wan li derveyî yekîtiya diravî mane.

Nifûsa welatên ku di herêma euro de ne, zêdetirî 350 mîlyon e.

Ji bo euro di civakê de konsensûs tune ye 

Hikumeta bûlgar tevlîbûba herêma euroyê wekî gava dawî ya ber bi entegrasyona Yekitîya Ewrûpayê (YE) ve pênase dike,

Tevlî vê jî, serokê welêt Rumen Radev dibêje, ji bo girtina bê biryarê Bruksel bi Bulgarîstanê  re ne şêwirî ye.

Beşek ji civaka bûlgar di wê bawerîyê de ne bi vê biryarê wê welatê wan bibe endamê “klûba zengînan” a YEyê.

Berevajîya vê, beşeke mezin a civakê ji vê biryarê bi fikar in û ditirsin ku wê aborîya Bûlgaristanê hîn zêdetir xera bibe.

Li gorî anketa Eurobarometerê, % 49ê bûlgaranli dijî yekitîya diravî ne.

Sazîyên fînansî yên YEyê dîyar dikin, di 10 salên dwaî de aborîya Bûlgaristanê pêş de çû ye.

Rêjeya enflasyonê ya li vî welatî ji % 2.8 e û kêmasîya butçeyê ji % 2 ye.

Ev encam ji bo tevlîbûna welêt a herêma euroyê pozîtîf tên qebûlkirin.