SerupelNûçeBelçîkî bi projeya “Petat ji bo Rojava” piştevaniya Kurdan dikin

Belçîkî bi projeya “Petat ji bo Rojava” piştevaniya Kurdan dikin

Destpêkariyeke binyatî ya ku li Belçîkayê da destpêkirin petatên li herêmê tên çandin difirose û ji bo alîkariya tibbî ya Rojhilatê Bakurê Sûriyê (Rojava) fonê berhev dike. Bi vê kiryarê him destegê didin çotkarên welatê xwe û him jî piştevaniya civakên Kurdan ên di bin zextan de dijiyin dikin.

Destpêkariyeke piştevaniyê ya li Belçîkayê da destpêkirin, ji bo piştevaniya civakên Kurdên Rojava ya wekî Rojhilatê Bakurê Sûriyê jî tê pênasekirin bikin cotkarên herêmê û welatiyan serferber dike. Vê kampanyaya li ser navê “Petat ji bo Rojava” (Bi Fransî: “Patates pour Le Rojava”) tê meşandin, petatên organîk ên li Belçîkayê tên çandin difiroşe û wekî alîkariya însanî dixe xizmeta herêma ku bi qeyranên aborî û tehdîtên ewlekariyê rû bi rû ye.

Vê destpêkariyê ji aliyê cotkareke Flaman, bi hevkariya saziya civaka sivîl a Semalkayê ya li Leuvenê ve hat destpêkirin. Kampanyayê bi awayê fermî, di 19’yê Sibatê êvara Pêncşemê, li kafeya Het Groot Ongelijkê ya li Kessel-Loyê da destpêkirin. Piştevanên kampanyayê wê rojê kîsikên petatan ên tije yên ku berê amade kiribûn anîn vê kafeyê.

Di çarçoveya vê projeyê de, kîsekî 2 kîlo yê petatan bi 5 ewroyan tê firotin. Nêviyê dahatê rasterast didin cotkaran, nêviyê din jî ji bo alîkariya tibbî û alavên pêdiviya bingehîn a herêmên Kurdan ên li Sûriyê temîn bikin tê veqetandin. Piştevanên ku nikaribin bi awayê şexsî beşdar bibin, ji bo piştevaniyê dikarin 5 ewro û zêdetirê wê çiqasî bixwazin bişînin hesabê Semalkayê.

Di navbera Belçîka û Rojava de pir tên avakirin

Deirdre Maes

Semalkaya ku di sala 2024’an de, ji aliyê David Dessers, Stijn Verhostadt û Deirdere Maesê ve hatiye damezrandin, misyona xwe wekî avakirina piran a di navbera Belçîka û Rojhilatê Bakurê Sûriyê de pênase dike. Vê rêxistinê gelekî qîmetê dide wekheviya cinsî ya ku di nava Kurdan de heye û dibêje civakên Kurdan -tevî gelê Asûrî û Ereb ên li herêmê – zêdetirê 10 salan e hewl didin civaka demokratîk, piretnîkî û pirengî ava bikin û.

Bi rêya kampanyaya “Petat ji bo Rojava” organîzator dibêjn ew armanc dikin piştevaniyeke pratîk pêk bînin: Bi vê kampanyayê, li Belçîkayê him destegê didin cotkariya herêmê û him jî piştevaniya însanên muhtacî alîkariya lezgîn ên li derveyî welat dikin. Vê destpêkariyê dişibe kampanyayên piştevaniyê yên komên civaka sivîl yên li Flandersê ji demeke dirêj ve ye wekî kevneşopiya navneteweyî dimeşîne û bi çalakiyên gerdunî ve girê dide.

Îngilîzîya nûçeyê di vê lînkê de ye

Necat AYAZ
Necat AYAZ
Necat Ayaz rojnamevanekî li Brukselê ye ku li ser meseleya kurd û tevgerên neteweyî dinivîse. Self-determînasyon û xwerevebirina demokratîk mijarên sereke yên rojnamevan in.