Serûpel Nûçe “BAV PIR TIŞT E LÊ DÊ HER TIŞT E”

“BAV PIR TIŞT E LÊ DÊ HER TIŞT E”

Hejmara 11’mîn a kovara LEWergerê bi temaya “DÊ” derket pêşberî xwendevanan

0
35

Kovara LEWergerê ya ku ji werzê carekê diweşe, di Hejmara 11’mîn de, bi temaya “DÊ” derket pêşberî xwendevanan.

Di pêşeka kovarê de weha tê gotin:

Heza dê hêz e û nebûna wê valahiyeke nebîna ye. Valahiya dê bi tu tiştî nayê dagirtin.

Mirov dikare di jiyanê da bibe xwedî jin, mêr, zarok, malbat, heval, hogir û gelek gelek

tiştên maddî lê nebûna dê, nebûna hez û dilovaniya wê naxa dilê mirov tim kul dihêle,

kêm dihêle, hêleke mirov kût û bawî dihêle û ew “kêm”mayîn heta nefesa dawiyê dibe

rêhevaleke dilsoz, dimîne birîneke bêdê!

Di vê hejmarê de, ji wêjeya cîhanê helbestên ku mijara wan “dê” ne bo xwendevanên Kurd hatine wergerandin.

Kovar taybetmendiya welat derdixe pêş, dibêje:

Li welatên wekî welatê me ku şer, kuştin, qeyran, bobelat û nexasim zexta li ser jinê jê

kêm nabe, mijara dê mijareke esas, hesas û bi êş e jî.

Lewma jî mebesta xwe weha eşkere dike:

Bi vê boneyê, me xwest em wiha jî bibînin bê ka xelkê çawa li “DÊ” nêriye, çawa jiyaye,

çilo di ber wê da lebikiye, çi li ser gotiye, nivîsiye...”

Kovar dikare ji pirtûkfiroşan û ji ser înternetê bê bidestxistin.

Nûçê ya PaşBÎLANÇOYA KOÇBERIYA JI AFRÎKAYÊ: LI SER RÊYA ÎSPANYAYÊ 3090 KES MIRIN
Nûçê ya PêşBYD di bazara wesayîtên elektrîkî de bû yekemîn
A.Rahman ÇELÎK
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.