SerupelNûçeSerokwezîrê Taylandê hêza xwe xurt kir

Serokwezîrê Taylandê hêza xwe xurt kir

Li Taylandê encamên ewil ên hilbijartina pêşwext dîyar ûn. Partîya Bhumjaithai a serokwezîr Anutin Charnvirakul bû xwedîyû 193 kursîyên parlamentoyê.

Welatê başûrêrojhilatê Asyayê Tayland ji bo hilbijartina parlamentoyê roja yekşemê çû ser sindoqan.

Encamên ewil ên dengdanê nîşan didin 193 kursîyên Parlamentoya Taylandê bûn para Partîya Bhumjaithai.

Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul

Bi vê encamê, serokwezîrê mihefazakar Anutin Charnvirakul wê erka xwe bidomîne.

Partîya Gel ku mixalefeta welêt temsîl dike di hilbijartina pêşwext re têkçûnê qebêl kir.

Çav li rêye, vê partîyê 118 kursîyên parlamentoyê bi dest bixe.

Herçî partîya Pheu Thai bû, şikestineke mezin xwar û hejmara wekîlên wê ji 141an daket 74an.

Partîya navborî di bin kontrola malbata Shinawatrayê de ye ku di nava elîtên polîtîk de ye.

Tayland welatekî bêîstikrar e

Hilbijartinên pêşwext ên li Taylandê di nava krîza aborîyê û alozîya bi Kamboçyayê de hatin lidarxistin.

Nexşeya Taylandê

Dahata sektora tûrîzmê ku yek ji stûna aborîyê ya welêt e, di salên dawî de kêm dibe.

Şerê bi Kamboçyayê jî faktoreke din e ku bêîstikrarîya li welêt xurtir dike.

Ji sala 2023an û vir ve li Taylandê sê serokwezîr hatin ser kar.

Sebeba herî mezin a bêîstkrarîya polîtîk a li welêt derbeyên leşkerî ne.

Ji sala 1932an û vir ve li Taylandê 13 derbeyên leşkerî pêk hatin.