Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte li Parlemana Ewrûpayê helwesta derketina li dij Amerîkayê rexne kir.
Sekreterê NATO’yê dema axaftina li parlemanê got:
“Bêyî piştevaniya Amerîkayê Ewrûpa nikare xwe biparêze. Ê dibêje bêyî vê piştevaniyê em dikarin xwe biparêzin, ji xwe re xeyalan çê dike.”
Sekreterê NATO’yê weha ji bo welatên Ewrûpayê weha got:
“Bi rastî jî eger bixwazin tena serê xwe pêk bînin, divên rêjeya xerckirinên xwe yên parastinê derxin ji %10 û kapasîteya xwe ya nukleer bi pêş ve bibin. Vê yekê jî wê maliyeteke bi milyar Ewroyan li pişta wan bahr bike.”
Mark Rutte pê re jî azadiya Ewrûpayê bi garantoriya Amerîkayê ve girê da û gotina xwe weha dewam kir:
“Di vê senaryoyê de, hûnê sîwana nukleer a Amerîkayê ya ku tekane garantoriya azadiya me ye wenda bikin.”
Pê re jî daxwaz kir ku Ewrûpa tifaka bi Amerîkayê re xurt bike.
Çendek berê serokê Amerîkayê Donald Trump li pêyî rageşiya li ser Greenlandê gotibû: “Ez nebûma niha NATO jî wê tunebûna.”
Helwesta Mark Rutte ya li pêyî rexneyên Donald Trump bal kişand.

