SerupelNûçeKeştîyên Amerîkayê berê xwe dan Rojhilata Navîn

Keştîyên Amerîkayê berê xwe dan Rojhilata Navîn

Karwaneke keştîyên şer ên Amerîkayê berê xwe da Rojhilata Navîn. Trump di vegera ji Davosê de vê xeberê ragihand cîhanê. Amerîka bi vê gava xwe dixwaze gefa li hemberî Îranê derxe asta herî bilind. 

Trump got, Amerîka Îranê ji nêzîk ve dişopîne û keştîyên şer dişîne Rojhilata Navîn. Gotinên Trump alozîya li vê herêmê derxist asta herî bilind. Trump axaftina xwe ya li ser mijarê di vegera Davosê ya bo welatê xwe kir. Serokê Amerîkayê di balafira xwe Air Force One de wiha axivî:

“Gelek keştîyên me ber bi wir ve diçin. Ez naxwazim tiştekî biqewim e lê em wan ji nêzîk ve dişopînin…armadayeke me heye…ber bi wir ve diçe û dibe ku em neçar nebin wê bi kar bînin.”

Pentagon radigihîne, keştîya balafirhilgir USS Abraham Lincoln û çend destroyerên fuzebarkirî wê di çend rojan de bigihîje Rojhilata Navîn. Analîstên leşkerî dibêjin, pergalên parastina hewayî li baregehên Amerîka yên li herêmê û li Îsraîlê hatine bicîkirin. Brîtanyayê jî ragihand, wê li ser daxwaza Qeterê balafirên şer Eurofighter Typhoon bişîne vî welatî.

Donald Trump di destpêka serhildana li Îranê, li rejîma Tehranê gef xwaribû. Trump gotibû, eger hêzên ewlehîyê sivîlan bikujin wê Amerîka midaxaleyê Îranê bike. Trump du hefte berê jî gotibû, pêwîstî bi êrişeke bi ser Îranê ve tune ye. Hêjayî gotinê ye, axaftina dawî ya Trump piştî zêdebûna qurbanîyên a ji ber êrişên hêzên rejîma Îranê hat kirin. Çalakvanên li Îranê dîyar dikin, heta niha di protestoyan ji 5,000î zêdetir sivîl hatine kuştin.

Foto: Keştîya USS Abraham Lincoln a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê