SerupelNûçeTrump di meseleya Greenlandê de çerx kir

Trump di meseleya Greenlandê de çerx kir

Serokê Amerîkayê bi carekê ve xeta xwe ya hişk a derbarê Greenlandê li Davosê nerm kir. Trump got, Amerîka wê bi darê zorê Greenlandê kontrol neke. Gotinên Trump li cîhanê wekî di meseleya Greenlandê de çerx kiribe hat şîrovekirin.

Donald Trump duh li Davosê di meseleya Greenlandê de paş ve gav avêt. Trump di axaftina xwe de got, Amerîka wê bi darê zorê Greenlandê bi dest nexe. Gotinên Trump li cîhanê wekî di meseleya Greenlandê de çerx kiribe hat şîrovekirin.

Forûma Aborîyê ya Cîhanê bernameyeke navneteweyî ye ku salê carekê li Swîsreyê tê lidarxistin. Lîderên cîhanê û berpirsên sektora kar tevlî vê bernameyê dibin. Forûma aborîyê îsal li ber sîya alozîya Greenlandê tê lidarxistin ku bi gefên Trump hatibû kûrkirin.

Trump çend roj berê gotibû, Greenland ji bo ewlehîya Amerîkayê pêwîst e û Amerîka wê bi darê zorê Greenlandê kontrol bike. Ev jî rastî reaksîyonên welatên mezin ên Yekitîya Ewrûpayê û Kanadayê hatibû. Trump ji van reaksîyonan hêrs bûbû û gefa zêdekirina bacên gumrigê bi qasî % 10 li welatên mijara gotinê xwaribû.

Serokê Amerîkayê bi carekê ve vê xeta xwe ya hişk a derbarê Greenlandê li Davosê nerm kir. Tevlî vê jî Trump dîyar kir, ew dixwaze bi rêbazên aştîyane Greenlandê kontrol bike. Tê payîn, di bernameya Davosê de Trump vê meseleyê bi welatên Ewrûpayê re muzakere bike.

Hin alîyên balkêş ên axaftina Trump a li Davosê ev bûn:

  • “Tu netewe an koma neteweyan nikarin ji Amerîkayê baştir Greenlandê biparêzin.”
  • Trump îdîa kir, Daxwaza pêkanîna kontrolê ya li ser Greenlandê ne gefeke li hemberê NATOyê ye.
  • “Em ji % 100 NATOyê fînanse dikin lê di berdêla vê de tiştekî bi dest naxin. Em di berdêla vê de jê daxwaz dikin Greenlandê bide me.”
  • “Ez ji Ewrûpayê hez dikim, ez dixwazim ew karên baş bike lê ew di rêyeke rast de nameşe.”
  • Trump gotinê anî ser enerjîya paqij û got, hikumetên çepgir ên Ewrûpayê ji bo vê rêbaza enerjîyê “mesrefeke pir giran” dikin.

Foto: Wargeheke li Greenlandê, Ray Swi-hymn,  Sijhih-Taipei, Taiwan, CC BY-SA 2.0