Li Amerîkayê di 3ê çirîya paşîn 2026an de hemû 435 kursîyên Meclîsa Nûneran, 35 kursîyên Senatoyê û waliyên 36 eyaletan hatin hilbijartin. Partiya Demokrat kontrola Kongreyê ji Partiya Komarparêz stend. Ev encam wekî “blue wave” û redkirineke xurt a siyaseta serok Donald Trump hate pênasekirin.Li gorî analîzên tên weşandin, ji bo milyonan kesên ku di hilbijartinên nîvdemî de deng dan, aborî ji hemû mijarên din giringtir bû. Niha pirs ev e ku ev encam ji bo aborîya Amerîkayê xwedî çi wateyê ye?
Dengdêran bi aborîyê bersiv da
Bihayên jiyanê û bacên gumrikê (tarîfe) yên Trump di kampanyayê de cihekî navendî girtin. Li gorî DWyê, ev nerazîbûn di serkeftina Demokratan de rolek mezin lîst û bi taybetî li eyaletên ku tarîfan zerarek zêde dane aborîyê encaman dîyar kir. Analîstekî di nûçeyeke The Standard a Hong Kongê de jî dibêje ku di du salên dawî de soza daxistina bihayên jiyanê nehatçye cih. Ji ber vê yekê, ev encam bi gelemperî wekî redkirina polîtîkaya aborî ya rêveberîyê tê şîrovekirin.
Vetoya Trump
Tevî mezinahîya serkeftinê, analîstan ne bi hêvî ne ku sîyaseta aborîyê bikaribe zû bê guherandin. Sebema sereke wiha tê nîşandan: Demokratan di Senatoyê de piranîya 60 dengî bikaribin dengdana dirêj asteng bikin, bi dest nexistin û Trump xwedî mafê vetoyê ye. Ji bo derbaskirina vetoyê du ji sê dengan lazim e û ev jî bi hêsanî nayê bidestxistin.
Tarîf wê berdewam bikin
Deborah Elms a Weqfa Hinrich a li Sîngapûrê berê ji DW re gotibûn ku Trump wê polîtîkaya xwe nerm neke û heta li ser kar be wê sîyaseta bazirganîyê ya li ser tarîfeyan bilind dibe, bidomîne. Gelek kes di wê bawerîyê de ne ku Demokrat dikarin nîqaş, lêpirsîn û zextê li ser vê sîyasetê zêde bikin, lê heta kontrola Qesra Spî di destê Trump de be, vegera ji tarîfeyan dijwar e.
AI û fikara karsazan
Li alîyekî dib, hin karsaz ditirsin ku eger Demokrat di 2028an de serokatîyê bi dest bixin wê rêziknameyên hişk ji bo AI (Hişê Çêkirî) amade bikin. Lê analîstekî din ku ji The Standard re axivî ye, dibêje ku Trump wê her pêşnîyaza ji bo sînordarkirina navendên daneyan veto bike û daxwaza cîhanî ya ji bo binesaziya AIyê guherîna arîtmetîka Kongreyê re nasekine. Ji ber vê yekê j bawerî ev e ku bandora nêzîk a hilbijartinan li ser bazara teknolojîyê pir bi sînor e.
Li gorî yek ji analîstan jî, Demokrat di 2028an de serokatîyê jî bi dest bixin, ew ê têra xwe xurt bibin ku bikaribin guhertinên mezin bikin. Di nava tedbîrên nû de dikare bacên bilindtir li ser şîrketan û kesên xwedî dahata zêde bê sepandin.
Foto: Ala Dewletên Yekbêyî yên Amerîkayê. Linnaea Mallette/Pexel

