Li Amerîkayê di hilbijartinên nîvdemî yên 3ê çiriya pêşîn a 2026an de Partiya Demokrat kontrola her du Kongreyê ji Partiya Komarparêz stend. Ev encam wekî “blue wave”ek mezin û redkirineke xurt a siyaseta serok Donald Trump hate pênasekirin.
Li gorî encamên ku ji aliyê ajansên nûçeyan ve hatin ragihandin, Demokratan di Senatoyê de herî kêm heft kursîyên nû bi dest xistin û di Meclîsa Nûneran de piraniya kursiyan stendin. Di eyaletên ku bi salan di bin kontrola Komarparêzan de bûn de jî serkeftinên dîrokî pêk hatin. Li Teksasê James Talarico bû yekemîn senatorê Demokrat ê ji 1988an vir ve û Gina Hinojosa jî yekemîn parêzgara Demokrat a eyaletê ji 36 salan vir ve bû. Li alîyekî din, li Kansasê Adam Hamilton bû yekemîn senatorê Demokrat ê ji 1932an vir ve bû û li South Carolinayê jî Annie Andrews li ser navê Demokratan serkeftinê bi dest xist.
Di van hilbijartinan de çend encamên din wiha bûn: Keisha Lance Bottoms li Georgiayê bû yekemîn parêzgara jin a reşik a eyaletekê. Her wiha li hin eyaletan namzedên nû û ciwan jî bi ser ketin.
Piştî encaman Trump got ku ew “ne di lîsteyê de bû” û eger ew lîsteyê de bûna wê hilbijartin ji bo partîya wî “bi serkeftineke mezin” bi dawî bûna. Lê gelek şîrovekar dibêjin ku dengdêran bi vî rengî siyaseta wî ya aborî, şerê Îranê û hin biryarên din red kirine.
Niha Demokratan dikarin li dijî hin biryarên rêveberiya Trump rawestin, lê Trump jî dibêje ku ew ê veto bikar bîne. Ev rewş dibe ku di du salên pêş de bibe sedema astengiyên mezin di karê qanûndanînê de.
Hilbijartinên nîvdemî (midterm elections)wekî referandûmekê li ser du salên destpêkê yên hukumeta federal a amerîkî tê dîtin.Di vê proseyê de hemû 435 kursiyên Meclisa Nûneran (House of Representatives) û 1/3ê kursiyên Senatoyê dikevin tên hilbijartin. Eger partiya mixalif piranîya kursiyên Kongreyê bi dest bixe, ew dikare rasterast astengiyan çêke ji bo siyaseta navxweyî û ya derve ya serokê Amerîkayê. Herwiha, ew dikare budceya hukumetê rawestîne yan jî lêpirsînan bide despêkirin. Encamên hilbijartinên nîvdemî nîşan didin ku dengdêrên amerîkî ji hin polîtîkayên rêveberiya Trump aciz bûne û bi dengê xwe bersiveke zelal dane. Windakirina piranîyê di Kongreyê dê ji bo Trump wê bibe astengiyeke mezin û dibe ku bandorê li siyaseta derve û bi taybetî li polîtîkaya wî ya Rojhilata Navîn bike.

