SerupelKurdistanLi Peyasê bernameya Keda Jinan û çandê bi dawî bû

Li Peyasê bernameya Keda Jinan û çandê bi dawî bû

3yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Festîvala Çandî ya Peyasê ku bi dirûşma “Em bi ked û çanda xwe hevgirtinê xurt dikin” hat lidarxistin, piştî çalakiyên 3 rojan bi dawî bû.

3yemîn Hevdîtina Keda Jinan û Festîvala Çandî ya Peyasê ku bi pêşengiya Beledîyeya Peyasê û organîzasyona Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan hat lidarxistin, bi dawî bû. Festîval bi dirûşma “Em bi ked û çanda xwe ya hevgirtinê xurt dikin” bi armanca zêdekirina xizmetên jinan, teşwîqkirina hilberînê û bihêzkirina hevgirtina di navbera jinan de hat lidarxistin.

Bernameya ku 3 rojan li Parka 75an dewam kir, balê kişand ser xwe. Di çarçoveya festîvalê de 50 stand hatin vekirin. Di van standan de berhemên destan ên wekî cilûberg, tekstîlên malê, çente, ponço, derman û berhemên bêhnxweş ên xwezayî û berhemên gundan ên wekî tirşî, rîçal, konserve û xwarinên malê hatin nîşandan.

Her wiha di nava çalakiyan de atolyeyên boyaxkirina çenteyan, çêkirina ponçan û sêwirandinê hatin amadekirin û ev atolye ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Foto:Dîmenek ji festîvala li Peyasê/ Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê