Li Rojhilata Navîn îhtimala şerê di navbera Amerîka û Îranê de roj bi roj mezin dibe.
Reuters dibêje Trump biryara mudaxeleyê daye, bes mudaxele kengî û bi çi awayî wê bê kirin ne diyar e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bang li welatiyên Îranê kir ku “berxwedana xwe dewam bikin, dest dayînin ser saziyên dewletê” û pê re jî got “alîkarî di rê de ye“, vêca jî ji welatiyên Amerîkayê yên li Îranê daxwaz kir ku bi rêya bejayê birevin Tirkiyê yan jî Ermenistanê.
Daxwaza Trump wekî ku Amerîka di demeke nêz de wê mudaxeleyî Îranê bike hat ravekirin.
Trump berê jî di platforma Truth Social de gotibû:
“Welatparêzên Îranê, PROTESTOYÊ DEWAM BIKIN – DEST DAYÎNIN SER SAZIYÊN XWE!!! Navên kujer û tacizkarên xwe qeyd bikin. Wê berdêlên giran bidin. Heta ku kuştina bêhest a protestokaran nedin SEKINANDIN min hemû hevdîtinên bi Rayedarên Îranê re betal kir. ALÎKARÎ DI RÊ DE YE. MIGA (Îranê Dîsa Mezin Bike)!!!”

Her çiqasî Trump zelal nekir bê çi reng alîkarî wê bê kirin jî, Qesra Spî ya Amerîkayê dibêje mudaxeleya leşkerî jî di nav de, li ser gelek şêweyên mudaxeleyê radiwestin.
Li beramber, Îran jî dibêje eger Amerîka êrîş bike, ewê jî baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê yên wekî Tirkiye, Erebistana Siûdî û Îmaratên Ereb bike hedef.
Li aliyê din,
Îran nikare pêşiya protestoyan bigire, herweha tundiya mudaxeleyê mezin dike, lewma jî hejmara kuştiyan roj bi roj zêde dibe.
Ji destpêka protestoyan û vir ve, bo cara ewil rayedarekî Îranê diyar kir ku nêzî 2.000 kesan hatine kuştin.
Bes Ajansa Nûçeyan A Aktivîstên Mafên Mirovan HRANA destnîşan dike ku 2.403 protestokar, 147 kesên girêdayî hikûmetê, 12 kesên di bin 18 salî û 9 sivîlên ku di nava protestoyan de cî negirtine hatine kuştin.
Foto: Keştîya Balafirhilgir a Amerîkayê USS Independence


