Li gorî rapora salane ya Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ku Deutsche Welle (DW) nûçeyeke berfireh weşand, cîhan êdî wê ji sînorê 1.5 pileya germahiyê (li gorî serdema berî pîşesaziyê) derbas bike.
Rapora “Emissions Gap” dibêje ku bi dehsalan e ku welatan têra xwe ji bo kêmkirina emîsyonên tevlî atmosfera cîhanê dikin xebat nekirine. Eger polîtîkayên heyî berdewam bikin, germahiya cîhanê wê heta dawiya vê sedsalê bigihîje 2.8 pileyan.
Di sala 2025an de, emîsyonên Çîn, Îndonezya û Amerîkayê zêde bûne. Zêdebûna Amerîkayê di ketîye pêşîya hemû welatên cîhanê. Li gorî raporê, sedema sereke vegera komirê û zêdebûna daxwaza ji bo elektrîkê ye ku bi berfirehbûna navendên daneyên AI-ê ve girêdayî ye.
Rapora UNEP destnîşan dike ku vekişîna serokê Amerîkayê Donald Trump ji Peymana Parîsê û qelskirina polîtîkayên jîngehê yên welat, rewş xirabtir kirîye. Amerîka duyemîn welatê herî mezin e ku atmosferê qirêj dike.
Zanyar hişyarî didin ku derbaskirina 1.5 pileyan niha demkî be jî, dikare “xalên werçerxê” (tipping points) çalak bike: wekî windabûna kevirên mercan ên li okyasûsan, paşveçûna qeşaya li qutban û gav bi gav biçûkbûna Daristana Amazonê.
Hîn hêvî heye
Li alîyekî din UNEP dibêje ku hîn jî gengaz e ku germahî di nîvê sedsalê de digihêje 1.7–1.8 pileyan û paşê heta sala 2100ê dîsa bigihêje 1.5 pileyan. Ji bo vê yekê, pêwîst e emîsyon heta sala 2040ê bi rêjeya 69% kêm bibin û mîlyaran ton karbondîoksît jî ji atmosferê were paqijkirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li ser mijarê axivî û van gotinan kirin: “Derbaskirina sînorê 1.5 pileyan ne teslîmbûn e. Em dikarin wê qasî ku pêkan be kurt û biçûk bihêlin û heta dawiya sedsalê dîsa ji 1.5 pileyan kêmtir bikin.”
Foto: Qeşaya li qutbên cîhanê. Foto: Francesco Ungaro/Pexel



