SerupelCivakAlberta referandûm li dar dixe: Nîqaşa serxwebûnê di rojevê de ye

Alberta referandûm li dar dixe: Nîqaşa serxwebûnê di rojevê de ye

Li eyaleta Albertayê ya Kanadayê referandûmeke ji bo serxwebûnê hate lidarxistin.Nêzîkî 1.4 milyon welatîyan di dengdana pêşwext de tevlêbûneke mezin nîşan dan. Tevî ku ji ber rageşîyên li ser bac, çavkanîyên petrolê û siyasetên jîngehê daxwaza serxwebûnê bi taybetî li herêmên gundewarî zêde jî, anket nîşan didin ku ji sedî 70%yê şênîyên Albertayê dixwazin di nava sînorên Kanadayê de bimînin.

Albertaya ku eyaleteke Kanadayê ye îro referandûmekê li dar dixe. Agahîyên li ser beşdarîya gel nîşan didin ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî dengdanê didin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Sazîya Hilbijartinê ya Albertayê, ji 13 heta 17ê çirîya pêşiyê de li seranserê herêmê 1,356,873 kesî dengên xwe dane. Qonaxa referandûmê bi dengdana îro wê bi dawî bibe. Ji encamên pêşwext derdikeve holê ku 7 ji 10 albertayîyan dixwazin ku herêma wan di nava sînorên Kanadayê de bimîne.

Di referandûmê de ligel pirsa serxwebûnê, bi giştî 10 pirsên cuda ku rasterast têkilîya wan bi siyaseta koçberiyê û guherînên destûra bingehîn re hene, ji welatîyan hatine pirsîn. Ev xal nîşan didin ku dengdan ne tenê ji bo veqetandinê, di heman demê de ji bo diyarkirina çarçoveyeke nû ya têkiliyên herêmê û hukumeta federal tê lidarxistin.

Alberta herêmeke dewlemend e

Alberta eyaleteke giring û stratejîk a li rojavayê Kanadayê ye ku bi taybetî bi çavkaniyên xwe yên mezin ên petrol û gazê tê naskirin. Alberta ligel hebûna çavkanîyên enerjîyê, ji ber hêza xwe ya pîşesaziyê wekî motoreke sereke ya aborîya Kanadayê tê dîtin. Ji aliyê siyasî ve civaka Albertayê piranî xwedî meyla muhafezekar e prî caran ji ber biryarên aborîyê, bac û parvekirina dahatên neteweyî de bi hukumeta federal re dikeve nava rageşîyê.

Sebebên daxwaza serwerîyê

Sebema herî mezin a nerazîbûna ji Kanadayê pergala bacê û têkiliyên aborî yên bi hukumeta federal re ye. Gelek albertayî bawer dikin ku dewlemendiya wan a aborîyê bo budçeya giştî ya welat tê bikaranîn. Sebemeke din jî siyaseta parastina jîngehê ya Kanadayê ye. Biryarên hukumeta navendî yên ji bo pêşîgirtina guherîna avhewayê ku rê li ber sînorkirina pîşesaziya petrol û gazê vedikin, ji aliyê şêniyên herêmê ve wekî derbeyeke li ser siberoja wan a aborîyê tê qebûlkirin. Wekî din, cudahiya çanda polîtîk û helwestên siyasî yên muhafezekar ên li herêmê nakokîya bi hukumeta federal re kûr dike.

Daxwaza serxwebûnê, herêm û komên civakî

Li gorî encamên dawî yên anketên raya giştî, piştgiriya ji bo destpêkirina pêvajoya fermî ya veqetandinê bi giştî li dora 23% ye, lê ev rêje di nava komên cûda yên civakî û herêman diguhere. Koma civakî ya di navbera temenê 35 û 54 an de bi rêjeya 27% piştgiriyê dide fikra veqetandina ji Kanadayê. Di aliyê cografî de cudahiyeke berbiçav di navbera bajarên mezin û gundewaran de heye; li derveyî bajarên mezin yên wekî Calgary û Edmontonê, anko li herêmên gundewarî û bajarokên biçûk, rêjeya kesên ku piştgiriya serxwebûnê dikin digehîje 29%an.

Foto: Parlamentoya Albertayê – Yuet Man Lee, CC BY-SA 4.0

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.