Dadgeha Darayî ya Îspanyayê, di çarçoveya Qanûna Lêborînê de, biryareke giring girt û serokê berê yê Generalitatê Carles Puigdemont û 34 rayedarên berê yên hukumeta wî da beraetkirin. Ev biryara hiqûqî piştî erêkirina saziyên Ewrûpayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê hate girtin. Di heman demê de, hemû kefaletên darayî yên ku ji bo lêçûnên referandûma serxwebûna 1ê çirîya pêşîn û çalakîyên dîplomasiyê hatibûn danîn, hatin rakirin. Ev pêngav wekî gaveke navendî ya di rêya aramîya siyasî ya Katalonyayê de tê nirxandin.
Çend roj berê, dadgerê Dadgeha Bilind a Îspanyayê Pablo Llarena, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn sepandina Qanûna Lêborînê erê kir, biryara girtinê ya li ser serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont û du wezîrên berê rakiribû. Ev jî hêvîya Puigdemont ya ji bo vegera Katalonyayê zêde kiribû.
Çîroka Carles Puigdemont
Carles Puigdemont di sala 2017an de serokatiya hukumeta Katalonyayê dikir û loma jî wekî berpirsê sîyasî ya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê tê qebûlkirin. Referandûma serxwebûnê digel hişyarî û gefên Îspanyayê, di 1ê çirîya pêşîn a 2017an de hatibû lidarxistin. Nêzîkî 2,3 milyon kesî anku 90%ê hilbijêran (beşdarî nêzîkî 43% bû) ji bo serxwebûnê dengê “Erê” bikar anîn.
Piştî referandûmê, ji ber zextên Îspanyayê ew neçar ma ku derkeve derveyî welat û li Belçîkayê wekî karûbarên xwe yên sîyasî bidomîne. Ji ber tawanbariyên wekî serhildan û xerckirina fonên dewletê, ji aliyê dadgehên Îspanyayê ve biryarên girtin û cezakirinê li dijî Puigdemont hatibûn derxistin.



