SerupelNûçeGelê Swîsreyê çima însîyatîfa bêalîbûnê red kir: 4 pirs û bersiv

Gelê Swîsreyê çima însîyatîfa bêalîbûnê red kir: 4 pirs û bersiv

Li Swîsreyê encamên referandûma li ser bêalîbûnê eşkere bûn. Partî û alîgirên rastgir ên tund dixwestin prensîbên bêalîbûna kevneşopî yên welat di destûrê de hinekî din jî tund û sînordar bikin, da ku Swîsre beşdarî tu ambargo û cezayên navneteweyî nebe. Lê belê, piranîya hilbijêren ev pêşniyaz red kirin.

Dengdêrên Swîsreyê pêşniyaza destûrî ya ku dixwest têgeha bêalîbûna welat bi awayekî tund jinûve were sazkirin, red kirin. Gel ji însîyatîfa partîya rastgir a SVPê û alîgirên wê bi rêjeya 70,15% gotin “NA”. Ji 26 kantonan yek jî destekê neda însîyatîfê. Piştî şerê Ûkraynayê û ambargoyên li dijî Rûsyayê, ev biryar nîşan dide ku Swîsre dixwaze di siyaseta xwe ya derve de azadîya minawreyê biparêze.

4 pirs û bersiv 

1. Çima Şerê Rûsya û Ûkraynayê bû sedem ku têgeha bêalîbûnê ya Swîsreyê bê nîqaşkirin?

Bersiv: Şerê li Ewrûpayê sînorên statîk hejandin. Dema ku hikumeta Swîsreyê piştî zextên navneteweyî biryar da ku beşdarî ambargoyên Yekîtiya Ewrûpayê yên li dijî Rûsyayê bibe, guherînek di feraseta giştî de çêbû. Hilbijêran bi vê referandûmê nîşan dan ku dema aramîya Ewrûpayê di xetereyê de be wateya bêalîbûnê tune ye.

2. Kîjan koma civakî li dijî vê pêşniyazê derketin?

Bersiv: Bi taybetî nifşên mezin û welatîyên ku tecrûbeya Şerê Sar bi bîr tînin, nêzîkatiyek rexnegirî nîşanî zêdekirina sînorên bêalîbûnê dan. Ji bo wan, bêalîbûna Swîsreyê divê nerm be daku di nav hevsengiya stratejîk û rola dîplomasîyê ya welat de cîh bigire. Ev kom naxwaze Swsîre ji cîhanê bi tevahî tecrîd bibe.

3. Redkirina vê pêşniyazê wê çi bandorê li hevkariya leşkerî û diplomasîyê ya Swîsreyê bike?

Bersiv: Bêyî sînorên destûrî yên pir hişk, organên biryardar ên Swîsreyê wê di qada navneteweyî de xwedî azadîyeke berfirehtir bin. Ev encam dihêle ku Swîsre di çarçoveya parastina ewlehîya Ewrûpayê de, bi organên wekî NATOyê an jî bernameyên wwrûpî re hevkariyên maqûl pêk bîne û pozîsyona xwe ya dîplomatîk biparêze.

4. Têgihîştina gel a beramberî Partîya Gel a Swîsreyê (SVP) çawa bû?

Bersiv: Ev encam fîyaskoyeke siyasî bû ji bo Partîya Gel a Swîsreyê (SVP) û komên piştgir. Piranîya welatî û partîyên din guman ji mebestên van aliyan kirin û mijarê wekî propagandeyeke siyasî ya navxweyî dîtin. Redkirina giştî nîşan dide ku piranîya gel naxwaze mijarên girîng yên ewlehiya neteweyî ji bo berjewendiyên partiyekê bên bikaranîn.