SerupelCivakBrezîlyaya serbixwe çawa hat avakirin? Dîroka serhildana 7ê îlonê

Brezîlyaya serbixwe çawa hat avakirin? Dîroka serhildana 7ê îlonê

Brezîlya 204emîn salvegera serxwebûna xwe pîroz dike. Pêvajoya ku di sala 1822an de bi berxwedana li dijî biryarên mêtînger ên Portûgalê dest pê kir, bi Şerê Serxwebûnê gihîşt serkeftinê. Portûgalê piştî berxwedana sê salan di sala 1825an de serxwebûna Brezîlyayê nas kir.

Îro, 7ê Îlonê, Brezîlya salvegera 204emîn a rizgariya xwe ya ji hegemonyaya Împaratoriya Portûgalê pîroz dike. Di sala 1822an de, piştî ku Parlamentoya Portûgalê xwest saziyên herêmî ji hev bixe û vegere dema statûya kolonyal, daxwaza azadiyê li seranserê welat geş bû. Daxuyaniya li ser Çemê Ipirangayê ku bi dirûşma “Serxwebûn an Mirin” tê naskirin, bû pênaseya derbasbûna qonaxeke nû ya dij-kolonyal di dîroka Amerîkaya Başûr de.

Kevirê bingehîn ê veqetîna Brezîlyayê ji rêveberîya Portûgalê di sala 1808an de hat danîn. Di vê salê de malbata kralê Portûgalê ji ber dagirkeriya Napolyon koçî Rio de Janeiroyê kir û Brezîlya ji statûya mêtîngehê derxist asteka kralîyetê.  Lê belê piştî Şoreşa Lîberal a Portûgalê ya 1820an, hêzên mêtînger ji Dom Pedro xwestin vegere Ewrûpayê û sîstema kevin a mêtingerîyê ji nû ve were avakirin. Biryara Dom Pedro ya mayîna li Brezîlyayê û destnîşankirina civata wezîran, destpêka serhildanê qebûlkirin.

Ragihandina serxwebûnê ji alîyê prens Dom Pedro di 7ê îlona 1822an de. /Wêne: François-René Moreaux (1844), Wikimedia Commons

Şerê Serxwebûnê û lîderên têkoşînê

Qutbûna ji Lîsbonê ne tenê bi deklerasyonan, lêbelê bi şerekî ku çend salan dom kir pêk hat. Di navbera salên 1822 û 1824an de, li parêzgehên wekî Bahia, Piauí, Maranhao û Paraeyê şerên giran bi artêşa Portûgalê re hatin kirin.

Di amadekirina fikrî û siyasî ya serxwebûnê de, Jose Bonifacio de Andrada e Silva – ku wekî ‘Bavê Serxwebûna Brezîlyayê’ tê naskirin – rola stratejîk lîst. Di heman demê de xebata kralîçe Maria Leopoldina di biryara qutbûna ji Portûgalê de gelekî krîtîk bû. Li aliyê din, lehengên gelêrî yên mîna Maria Quitéria – ku cilên mêran li xwe kir û çû nav refên şer – bûn sembola berxwedana jinan û gelê li dijî mêtîngeriya Portûgalê. Bi tevlîbûna xwecihiyan, koleyên azadkirî û hêzên gelêrî, artêşa mêtînger li bajarê Salvadorê (2yê tîrmeha 1823) hat têkbirin.

🔰 DÎROKA SERHILDANA BREZÎLYAYÊ DI 4 GAVAN DE

1822 (Dia do Fico): Dom Pedro fermana Portûgalê red kir û dest bi avakirina rêveberiya serbixwe kir.

7ê Îlona 1822: Li ber Çemê Ipirangayê bi dirûşma ‘Serxwebûn an Mirin’ daxwaza serwerîyê hat.

1822 – 1824: Gel, leşkerên jin (Maria Quitéria) û xwecihî li Bahia û Salvadorê artêşa Portekîzê têk birin.

29ê Tebaxa 1825: Portûgal neçar ma ku bi Peymana Rio de Janeiroyê serxwebûna Brezîlyayê nas bike.

Piştî berxwedana çekdarî û dîplomatîk, Portûgal neçar ma ku paşve gav bavêje. Bi navbeynkariya Brîtanyayê, di 29ê tebaxa 1825an de Peymana Rio de Janeiroyê hat îmzakirin û Împeratoriya Portûgalê bi awayekî fermî serxwebûna Brezîlyayê nas kir.

Pêşketinên civakî û aborî yên piştî serxwebûnê

Dewleta nû ya brezîlî gav bi gav serweriyê veguherand pêngavên berbiçav ên pîşesazî, çandinî û civakî. Aborîya ku di serdema Portûgalê de tenê li ser talankirina madenan û îxracata madeyên xam rawestiyabû, piştî serxwebûnê gav bi gav cihêreng bû. Îro Brezîlya bi Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya xwe ya ku gihîştiye nêzîkî 2.1 trîlyon dolarî di nava 10 aboriyên herî mezin ên cîhanê de ye. Di heman demê de Brezîlya di qada teknolojiya hewavanîya navneteweyî, hilberîna enerjiyên nûjenbar û sektora çandinîya cîhanî de xwedî roleke sereke ye.

Li aliyê civakî ve jî, serxwebûnê zemînek ji bo avakirina nasnameyeke pirreng û nûjen amade kir. Her çend betalkirina fermî ya koletiyê heta sala 1888an dereng ketibe jî, hişmendiya azadiyê ya ku bi serhildana dij-kolonyal çêbibû, riya tevgerên karker, jin û gelên xwecihî vekir. Di dehsala dawî de bi sepandina bernameyên civakî yên berfireh – mîna Bolsa Família – bi mîlyonan welatî ji bin xeta xizaniyê hatin derxistin û mafê perwerdeya bilind ji bo civakên bindest hat garantîkirin. Îro xwedîderketina li parastina Daristana Amazonê û misogerkirina mafên erdî yên civakên xwecihî, berhema vê hişmendiya dewletbûnê ye ku nirxên mirovî di navenda serweriya neteweyî de bi cih dike.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.