SerupelCivakFransa ji bo Kaledonyaya Nû pakêteke alîkarîya darayî ragihand

Fransa ji bo Kaledonyaya Nû pakêteke alîkarîya darayî ragihand

Hikumeta Fransayê biryar da ku alîkariyeke nû ya darayî bide Kaledonyaya Nû. Serokwezîrê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku ev piştgirî ji bo xurtkirina xizmetên giştî ye. Tê ragihandin, alîkariya fînansî ya Parîsê tenê dikare bibe sebeba aramîyeke demî lê nikare problema bingehîn a serxwebûnê û statûya siyasî çareser bike.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê tor RNZê (Radio New Zealand) ve hat weşandin, Fransa ji bo aramkirina rewşa aborî û darayî ya Kaledonyaya Nû biryareke nû ya alîkariya darayî pejirand. Serokwezîrê Fransayê Sébastien Lecornu diyar kir ku Parîs ji bo derbaskirina krîza heyî di warê çavkanîyên darayî de alîkarîyê bide herêmê.  Serokwezîr Lecornu da zanîn, armanca alîkarîyê ev e ku pêşî li rawestîna xizmetên sivîl û hişweşîna binbeha aborî ya giravê bê girtin.

Mercên Parîsê ya ji bo piştgiriya darayî ya nû rasterast bi cîbicîkirina hin pêngavên aborî û reformên herêmî ve girêdayî ye. Çavkaniyên darayî yên ku Fransa terxan dike wê bi taybetî di dabînkirina valahiya budçeyê, piştgirîkirina mûçeyan û sererastkirina zirara gihîştîye binesazîyê bê bi kar anîn. Tê payîn ku ev piştgiriya darayî ya ku ji aliyê Parîsê ve hat ragihandin, wê di nîqaşên budçeya sala 2027an de ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve bê erêkirin.

Tevî ku vê gava darayî wekî pêngaveke lezgîn ji bo çareserkirina krîzê tê dîtin jî, çavdêrên siyasî yên Okyanûsa Pasîfîkê dibêjin ku alîkariya fînansî ya Parîsê tenê dikare bibe sebeba aramîyeke demî lê nikare problema bingehîn a serxwebûnê û statûya siyasî çareser bike.

Serokê hikumeta Kaledonyaya Nû Milakulo Tukumuli di demên dawî de gotibû ku standina deynan ji bo giravê êdî “nikare bê domandin”. Tukumuli wiha axivî bû:

“Di navbera salên 2020 û 2026an de me 1.5 mîlyar euro deyn girt. Niha jî em gihîştine rewşeke bi temamî nerealîst ku di sala 2026an de, em ji bo îadekirin û deynkirina deynê sala 2025an ji nû ve deynan hildidin.”

📊 Performansa Aborîyê ya Kaledonyaya Nû

  • Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN – GDP): Herêm xwedî HNNyeke ku nêzîkî 9 mîlyar Euro ye.
  • Transfera Salane ya Fransayê: Fransa salane di navbera 1.5 heta 2.7 mîlyar Euroyî de piştgiriya rasterast dide herêmê (Ev rêje 15% heta 30%yî hemû HNNya herêmê ye).
  • Zirara Aloziyên Dawî: Di serhildan û bûyerên dawî de nêzî 2.2 mîlyar Euro zirar gihîşt aboriyê û bi sedan kargeh rawestiyan.

Koka Aloziyê: Statu û mêtingerî

Aloziya siyasî û civakî ya li Kaledonyaya Nû bi meseleya statu û astengkirina pêvajoya dekolonîzasyonê ve girêdayî ye. Di 2024an de, hewldana Parîsê ya ji bo guherandina qanûna hilbijartinê ku mafên gelê xwecihî yê kanak paşguh dikir, bû sedema serhildaneke mezin û kûrbûna şerê navxweyî. Di encama vê de, hevdîtinên li ser statûya nû ya ku tê payîn dewsa “Peymana Noumeayê (1998)” bigire, rawestîyan.

Şikestina Aborî û daxwaza Fransayê ya ji bo domandina hegemonyaya xwe ya li giravê krîzê kûr dike û zirarê dide bingeha aboriyê û pîşesaziya nîkelê ku çavkaniya sereke ya dahata herêmê ye. Kargehên ji ber krîzê hatin girtin, bûn sebeba belavbûna xizanî û bêkariyê. Her çend Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN-GDP) ya Kaledonyaya Nû nêzîkî 9 mîlyar euro be jî, transferên Fransayê salane nêzîkî 15% heta 30% HNNyê pêk tînin. Ev girêdayîbûna darayî û pakêtên piştgiriyê yên ku ji aliyê Parîsê ve bi şertê reformên siyasî tên pêşkêşkirin, qada tevgerê li ber hikumeta herêmî teng dikin û krîzê kûrtir dikin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.