SerupelKurdistanHejmara 51em a Kurdistanê derket

Hejmara 51em a Kurdistanê derket

E-Kovara Kurdistanê ya Infowelatê di hejmara xwe ya 51em de balê dikişîne ser krîzên otonomî û federalîzmê yên li cîhanê û dîroka têkoşîna li Kurdistanê. Ji krîza federasyona Kanadayê heta daxwazên konfederalîzmê yên Welatê Baskê û kantonên sêzimanî yên Swîsreyê, ev hejmar dosyeyeke hêja pêşkêşî xwîneran dike.

E-kovara polîtîk-civakî Kurdistan ku weşaneke 15 rojan carekê ya platforma Infowelat e, di hejmara xwe ya 51em de xeta xwerêvebirin, otonomî û mafên neteweyî bi perspektîfeke berfireh a navneteweyî û dîrokî amade kirî ye. Kovar di vê hejmarê de nîqaşên nû yên li ser siberoja pergalên federalîzmê yên li parzemînên cuda û dîroka têkoşîna çekdarî ya li Kurdistanê bi hev re pêşkêş dike.

Di nivîsa edîtorîyê ya di bin mottoya “Ji dîroka berxwedanê ber bi lîteratûra xwerêbirinê ve” wiha hatîye gotin: “E-kovara me di rêya avakirina lîteratûra xwerêvebirin û serweriyê de, bi temamkirina 50 hejmaran gihîşt qonaxeke nû û hejmara xwe ya 51ê pêşkêşî xwendevanan dike.”

📌
Di Hejmara 51ê de Dosyeyên Sereke:

    • CA

      Kanada (Alberta): Têkoşîna serweriyê û krîza federalîzmê.

    • PV

      Welatê Baskê: Ji nû ve zindîbûna “Plana Ibarretxe” û konfederalîzm.

    • CH

      Swîsre (Grisons): Modela sêzimanî û parastina zimanê Romanşî.

  • KRD

    Kurdistan: Salvegera 42yem a 15ê Tebaxê û stratejiya Botanê (1993).

15ê Tebaxê û stratejiya Botanê

Di beşa dîrokî ya kovarê de, salvegera 42em a Pengava 15ê Tebaxa 1984an û stratejîya ji bo Botanê hatîye nirxandin. Nûçe-analîz ser hewla damezrandina “herêmên rizgarkirî” yên sala 1993an a li  herêma Botanê (Elk û Qilaban) û sedemên taktîkî, leşkerî û lojîstîkî yên ku nehêştin ev plan bigehîje encamê, dinirxîne.

Perspektîfên cîhanî yên otonomî

Kovar ji bilî mijarên navxweyî, sê modelên otonomiyê yên li cîhanê dinirxîne: Di vê çarçoveyê de krîza serweriyê û aloziyên aborî-siyasî yên eyaleta Alberta ya Kanadayê bi hikumeta federal re bûye mijara gotarekê. Li aliyê din, di çarçoveya “Plana Ibarretxe” de nîqaşên nû ên konfederalîzmê yên di navbera Madrîd û Welatê Baskê tên nîqaşkirin. Wekî mînaka dawî jî kovar balê dikişîne ser Kantona Grisonsê ya Swîsreyê ku bi pergala Doppelproporz zimanê kevnar ê romanşî tevî almanî û îtalî diparêze.

Ji bo daxistina dosyaya PDFê vir bitikînin