📌 Dersên dîrokî ji bo kurdan
78.5% gelê Tîmora Rojhilat di 30ê tebaxa 1999an de, di bin gefên leşkerî de dengên xwe dan serxwebûnê. Piştî 3 salan Tîmora rojhilat bû dewlet. Başûrê Kurdistanê jî di 25ê Îlona 2017an referandûm li dar xist û 92%ê gel ji serxwebûnê re got “Erê”. Lê dewletên mezin û qada navneteweyî destekê neda serxwebûna kurdan.
Di dîroka tekoşîna gelan a ji bo self-determînasyon û azadiyê de, dîroka 30ê tebaxê rojekê watedar e. Di 30ê tebaxa 1999an de gelê Tîmora Rojhilat (Timor Leste) li bin siya çek û zextên Îndonezyayê çûn ser sindoqan û îradeya xwe ya ji bo serxwebûnê nîşanî hemû cîhanê dan.
Piştî dagirkirina Îndonezyayê di salên 1970yî de, Tevgera Piştgiriyê ya Tîmora Rojhilat hat damezrandin. Ev tevger ne tenê rêxistineke leşkerî yan siyasî bû; rêxistinên mafên mirov, parazvanên aştiyê û bi taybetî Dêra Katolîk bûn stûna wê ya sereke.
Beriya dagirkirina Îndonezyayê, rêjeya katolîkan di nav civakê de 25% bû, lê di nava 20 salan de ev rêje derket 95%an. Dêra Katolîk wekî stargeheke parastina nasnameyê derket pêş û dengê gel gihand cîhanê. Tora piştgiriyê di demeke kurt de li Portûgal, Awustralya, Fîlîpîn, koloniyên kevn ên Afrîkayê, DYA û Ewrûpayê belav bû.

Komkujiya Diliyê û referandûm
Yek ji bûyerên sereke yên ku bal kişand ser rewşa herêmê Komkujiya Diliyê bû. Di 12yê qanûna pêşîn a 1991an de leşkerên Îndonezyayê li goristana Santa Cruzê êrîşî xwepêşandaneke aştîxwaş kirin û zêdetirî 250 sivîlî kuştin. Belgekirina vê komkujiyê ji aliyê rojnamevanên biyanî ve hişt ku DYA û Awustralyayê firotina çekan a ji bo Îndonezyayê rawestînin.
📌Rola Dêra Katolîk
Beriya dagirkirina Îndonezyayê rêjeya katolîkan di nav civakê de %25 bû, lê di nava 20 salan de ev rêje derket %95an. Dêra Katolîk wekî stargeheke parastina nasnameyê derket pêş.
Ji ber zextên qada navneteweyî, Îndonezya mecbûr hat hiştin ku destûra referandûma serxwebûnê ya Tîmora Rojhilat bide. Di referandûma 30ê tebaxa 1999an de ji 78.5%ê tîmoriyan red kirin ku bibin herêmeke xweser a Îndonezyayê û biryara serxwebûnê dan. Her çend paşê hêzên paramîlîter ên Îndonezyayê êrîş birin ser sivîlan jî, Neteweyên Yekbûyî bi rêya hêza INTERFETê midaxale kir. Piştî demeke rêveberiya demkî (UNTAET), di saal 2002an de serxwebûna fermî hat ragihandin û lîderê azadiyê Xanana Gusmão bû yekemîn serokdewletê welat.




