Vîetnam 7ê kanûna paşîn a 1979an de dawî li rejîma Pol Pot a li Kamboçyayê anî.
Artêşa Vîetnamê ku berxwedana lawaz a Kmeran têk birin, di vê rojê de ketin paytext Pnom Penê.
Rejîma Pol Pot ku wekî Kmerên Sor dihatin naskirin, di berxwe neda.
Vîetnam Komara Gel a Kamboçyayê damezrand û leşkerên vîetnamî heta 1989’an li welêt man.
Amerîka û Çîn reaksîyon nîşanî midaxaleya Vîetnam dan.
Rejîma Kmerên komunîst
Partîya Komunîst a Kamboçyayê ku di 1975an de dawî li Komara Kamboçyayê anî, li welêt rejîmeke totalîter ava kir.
Rejîma di bin rêveberîya Pol Pot de, bi mihendîsîya civakî xwest tevahîya jîyana welatîyên Kamboçyayê kontrol bike.
Pol Potê ku sekreterê partîyê bû, biryara kolektîfkirina erdên gundîyan da û ev jî loi herêmên gundewar bû sebeba xelayê.
Rejîmê li dijî mixalifên xwe û kêmarên etnîk şerekî bêeman meşand û bi sedhezaran kesan înfaz kirin.
Çavkanîyên dîrokî nîşan didin, di navbera salên 1975 û 1979an de ji 1.5 milyonî zêdetir kes ji alîyê rejîmê ve hatin kuştin.

Kesên hatin kuştin ji % 25ê nifûsa Kamboçyayê pêk dianîn.
Kiryarên rejîma Kmerên komunîst li cîhanê wekî “jenosîd” tê qebûlkirin.
Berwarnews
Foto: Qurbanîyên rejîma Pol Pot ên li girtîgeha Tuol Slengê, CC-BY-SA-3.0


