SerupelCivakWelatê Baskê xweserîyeke berfirehtir daxwaz dike

Welatê Baskê xweserîyeke berfirehtir daxwaz dike

Li gorî Anketa Ituna 2026’an, %94,2ê gelê baskî parastin an berfirehkirina xweseriya welêt dixwazin û %66,3 jî daxwaza statuyeke nû dikin. Gel xwebirêvebirinê wekî sebeba halxweşîyê dinirxîne û %89,1 "Peymana Aborîyê" wekî stûna sereke ya xweseriyê qebûl dikin. Encam nîşan didin ku heke dewlet vê peymanê betal bike, piştgiriya ij bo serxwebûnê ji %20,5an hildikişe %51,1ê.

Li gorî encamên lêkolîna nû ya ku bi navê “Anketa Ituna 2026” a hat belavkirin, piştgirîya civakî ya ji bo xweseriya li Welatê Baskê di asteke pir bilind de ye. Lêkolîna ku ji aliyê lêkolîner Jon Garro û Asier Blas ve ji bo Navenda Ituna ya Zanîngeha Welatê Baskê (EHU) hat amadekirin, nîşan dide ku piranîya mezin a welatiyan girêdayî mafê xwebirêvebirinê ne.

Wateya xweseriyê ji bo civakê: Halxweşî

Encamên vê lêkolînê derdixin holê ku %94,2 ê civaka baskî alîgiriya parastin an berfirehkirina asta heyî ya xweserîyê dikin. Di nav vê xalê de, 38,%8 ê kesan dibêjin, divê asta xweseriyê ya îro bê parastin, 34,9% daxwaza berfirehkirina wê dikin û 20,5% jî rasterast serxwebûnê dixwazin. Rêjeya kesên ku dixwazin mafên xweserîyê kêm bibin tenê li dora 4,6% dimîne.

Zêdetirî du ji sê parên welatiyan (%66,3) amadekirin û pejirandina statuyeke nû ji bo saziyên baskî wekî mijareke pir giring dibînin. Ji bo gelê baskî, sedema sereke ya parastina xweserîyê rasterast girêdayî halxweşîya civakî û asta jiyanê ye. 47,6% ê beşdarên anketê destnîşan dikin ku xweserî berî her tiştî temînata başbûna jiyana wan a rojane ye.

Stûna sereke: Peymana Aborî(Concierto Económico)

Yek ji encamên herî baldar ên lêkolînê, rola Peymana Aborî(Concierto Económico) ye. Nêzîkî neh ji dehên welatiyan (%89,1) diyar dikin ku ev peyman ji bo kapasîteya otonomîya herêmê xwedî giringiyeke mezin e û 82,2% dixwazin ev pergala aborîyê berdewam bike.

Lêkolînê pirseke hîpotetîk jî ji civakê kir: “Wê çi bûbûna eger dewleta îspanyol bi awayekî yekalî vê peymanê hilweşandibana? Di rewşeke wiha de, rêjeya kesên ku piştgiriya serxwebûnê dikin ji 20,5% derdikeve asta 51,1% ê. Ev encam nîşan dide ku xetereyên  li hemberê mafên aborîyê dikarin daxwazên serxwebûnê duqat zêde bikin.

Saziyên xwerû yên bask di çavên civakê de ji saziyên navendî yên îspanyol pir pêbawertir in. Hikumeta Baskê di vê mijarê de bi 6,25 (ji 10) di rêza yekem de ye, lê pûana Hikumeta Îspanyayê tenê 4,77 e.

Zanyariya ciwanan û mijara Ewlehîya Civakî

Di anketê de daxwazeke dîrokî ya din jî derket pêş: Veguhestina birêvebirina fonên Ewlehiya Civakî ku piştî 47 salan hîn jî ji aliyê Madrîdê ve nehatiye temamkirin. 64,4%ê beşdaran daxwaz dikin ku birêvebirina fona Ewlehiya Civakî radestî Welatê Baskê bê kirin.

Li aliyekî din, ji aliyê temenîve, lêkolînê astengiyeke nifşî eşkere kir. Tenê 46,3% ê ciwanên di bin 30 salî de diyar kirine ku agahîya wan ji pergala aborîyê ya herêmê heye, lê dîsa jî ev kom bi rêjeya 47,9% ji asta xweseriya heyî razî ye.

Encama anketa Ituna 2026 li ser bingeha 1.200 hevpeyvînên bi telefonê, di navbera 26ê kanûna paşîn û 23yê sibata 2026an de hatiye amadekirin.