SerupelCivakRapirsîya dawî: 52%yê skotlandîyan welatekî serbixwe dixwazin

Rapirsîya dawî: 52%yê skotlandîyan welatekî serbixwe dixwazin

Anketa yekemîn a saziya "Find Out Now" ku piştî hatina ser kar a serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham hat amadekirin, nîşan dide ku piranîya welatiyên Skotlandê dixwazin welatekî serbixwe ava bikin. Rapirsî nîşan dide ku 52%yê xelkê Skotlandê amade ne ku dengê "Erê" bidin serbixwebûnê

Li Skotlandê encamên anketa raya giştî ku ji alîyê saziya lêkolînê ya “Find Out Now” ve rojeva siyasiya Brîtanyayê de deng veda. Lêkolîn di navbera roja 410ê tebaxê de li ser 1020 welatiyên Skotlandî hat kirin û ji beşdarvanan hat pirsîn ka ew ê di referandûmeke nû de çi dengî bidin. Li gorî encaman, piştî derxistina dengên nediyar, ji sedî 52yê xelkê Skotlandê amade ne ku dengê “Erê” bidin serbixwebûnê, di heman demê de ji sedî 48 jî yekîtiya bi Brîtanyayê re diparêzin.

Hêjayî gotinê ye, serokwezîrê nû yê Brîtanyayê û serokê Partiya Karkeran Andy Burnham, piştî dest bi kar kiribû hevdîtineke fermî li bi Wezîrê Yekem ê Skotlandê John Swinney pêk anîbû. Di wê hevdîtinê de Burnham bi awayekî eşkere ragihandibû ku mijara birêvebirina referandûmeke duyemîn a serbixwebûnê ne di rojevê de ye û  lê di dewsa referandûmê de ew dikarin zêdekirina erkên Skotlandê nîqaş bikin.

Çima Skotland dixwaze ji Brîtanyayê veqete?

Daxwaza serbixwebûnê li Skotlandê ne tenê mijareke neteweyî ye, di heman demê de kûrbûna cûdahiya siyasî û aborî ya li Brîtanyayê nîşan dide. Yek ji sedemên sereke yên guherîna raya giştî,biryara derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewrûpayê (Brexit) ye. Di referandûma Brexitê ya sala 2016an de, piranîya xelkê Skotlandê dengê xwe ji bo domandina endamtîya di nava Yekîtiya Ewrûpayê de bi kar anîbûn. Lê ji ber ku piranîya gelê Îngilistanê dengê derketinê dabû, Brîtanya ji YEyê veqetîyabû. Ev yek bû sedem ku Skotlandê hîn bêtir ji Îngilistanê dûr bixe û ber bi rêya serwerîyê ve biçe.

Wekî din, çavkaniyên dewlemend yên petrol û gaza Deryaya Bakur, projeyên enerjiya nûjenbar û birêvebirina aboriya serbixwe faktorên giring in ku bawerîya skotlandîyan a ji serxwebûnê xurtir dike. Dîsa desthilata partiyên muhafezekar an jî navendî ku li Londonê biryaran didin, gelek caran li gel daxwazên civakî û sosyal-demokrat ên xelkê Skotlandê li hev nayên ku ev jî nakokîyên siyasî zêdetir dike.

Referandûma 2014an

Mijara serbixwebûna Skotlandê cara ewil bi  referandûma fermî ya 18ê îlona sala 2014an ket rojava cîhanê. Di wê dengdanê de ji welatiyan hatibû pirsîn ku “gelo pêwîst e Skotland bibe welatekî serbixwe?”. Di referandûmê de alîgirên yekîtiya Brîtanyayê bi sedî 55.3yê dengên “Na” biser ketin û alîgirên serbixwebûnê bi sedî 44.7yê dengên “Erê” têk çûn.

Lêbelê, alîgirên Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) û saziyên sivîl niha diyar dikin ku mercên siyasî yên sala 2014an piştî dawî û derketina ji Yekîtiya Ewrûpayê bi temamî guherîne. Ji ber vê sedemê, li Skotlandê daxwazên ji bo lidarxistina referandûmeke duyemîn gur dibin. Encamên dawî yên saziya “Find Out Now” nîşan didin ku zexta li ser hikumeta Burnham wê zêdetir bibe û mijara siberoja siyasîya Skotlandê di rojeva Brîtanyayê de wekî meseleyeke mayînde dimîne.