Di dengdana ji bo navê departmanê ya li bakurê Katalonyayê sê opsîyonên fermî li ber welatiyan hatine danîn. Mafê welatîyan heye yek ji van navan ji bo departmanê hilbijêrin.
Pirineus Orientals (Pîreneyên Rojhilatî): Navê heyî ye ku ji sala 1790î û vir ve tê bikaranîn. Şaredarê rastgir ê Perpignanê (bi katalanî Perpinyà), Louis Aliot û beşek ji rêveberan piştgiriyê didin parastina vê navî û guherînê wekî “windakirina demê” dibînin.
Pirineus Mediterranis (Pîreneyên Deryaya Navîn): Ev nav ji xwe dispêre cografyayê û hêvîya geşkirina sektora turîzmê.
Pirineus Catalans (Pîreneyên Katalan): Yekane opsîyona fermî ye ku tê de nasname û çanda katalan heye. Saziyên çandî û zimanî yên wekî Plataforma per la Llengua, La Bressola, Omnium Cultural û Crida dels 66 banga piştgiriyê ji bo vê bijardeyê dikin.
Nîqaşa li ser “País Català”
Yek ji xalên herî baldar di vê pêvajoyê de pêşîgirtina pêşnîyaza navê “País Català” (Welatê Katalan) bû. Tevî ku di anketên berê de navê “País Català” ji 56%ê welatîyan destekê wergirtibû jî, meclîsa departmanê ji ber fikara ku wê ev nav ji alîyê Konseya Dewletê (Conseil d’État) ve bê redkirin, vî navî nexist lîsteyê. Loma jî tevgera Sí al País Català vê wekî sansûra nav nirxand û xebateke cuda ya alternatîf da destpêkirin.
Pêvajoya hiquqî ya piştî dengdanê
Encama dengdanê wê bi rengekî otomatîk nav neguherîne. Piştî pejirandina encaman di Meclîsa Departmanê de, divê biryar ji hikumeta fransî were şandin û piştî erêkirina Konseya Dewletê wê nav bê guherandin. Di nav zêdetirî 200 salan de li Fransayê tenê 7 caran navê departmanan hatine guherandin; loma jî ev însîyatîf xwedî wateyeke sembolîk û dîrokî tê qebûlkirin.
Ku der e bakurê Katalonyayê?
Bakurê Katalonyayê ji aliyê dîrokî û çandî ve parçeyekî Katalonyayê ye ku di encama Peymana Pîrenê ya sala 1659’an di navbera Îspanya û Fransayê de ji Fransayê re hat hiştin. Rûzemîna vê herêmê 4,116 km² ye û nifûsa wê nêzîkî 450,000 kes e.
Di salên dawî de li vê herêmê gavên giring ji bo mafên zimanî hatin avêtin. Di sala 2007an de Konseya Giştî ya Pîreneyên Rojhilat li gel fransî, bikaranîna zimanê katalanî jî li herêmê pejirand. Herwiha, di sala 2023’an de gelek şaredariyên bakurê Katalonyayê rêziknameyên xwe ji bo firehkirina qada bikaranîna zimanê katalanî guherandin. Lê ev hewldan rastî midaxaleya Dadgeha Îdarî ya Montpelierê hat û hat pûçkirin.



