Di nîqaşên li ser hiqûqa navneteweyî û mafê diyarkirina çarenûsê (self-determination) de, mînaka Giravên Cook (Cook Islands) wekî yek ji modelên herî taybet tê nîşandan. Di 4ê tebaxa 1965an de, ev giravên li Okyanûsa Pasîfîkê destûra xwe ya nû, di navbera “otonomiya navxweyî” û “serxwebûna tam” de rêyeke sêyemîn hilbijart: Statuya Hevpeymaniya Azad (Free Association).
Ev modela ku di çarçoveya pîvanên Neteweyên Yekbûyî (YE) de hat pejirandin, derfetê dide Giravên Cook ku bibe xwedî parlamento, hikumet, sîstema qanûnî û azadiya tam a biryardariya navxweyî. Armanceke din a vê vê modelê ev bû, bi rêya peymana bi Zelandaya Nû (New Zealand) re, şêniyên giravê mafê hevwelatîya Zelandaya Nû biparêzin û di warê parastin û aboriyê de hevkariya nêzîk bidomînin.
Ji bo neteweyên bêdewlet û herêmên ku li çareseriyên destûrî digerin, modela Giravên Cook ezmûneke giring e. Ew nîşan dide ku diyarkirina çarenûsê ne tenê di çarçoveya “veqetîna bi tevahî” an jî “teslîmbûna di nav sîstema navendî de” ye. Giravên Cook, tevî ku pasaporta Zelandaya Nû bikar tînin jî, îro bi awayekî serbixwe peymanên navneteweyî îmze dikin, endamên sazîyên navneteweyî yên herêmî ne û ziman û çanda xwe ya resen (maorî yên Cook) bi destûra xwe ya bingehîn diparêzin.
Reforma destûrî ya Giravên Cook a 1965an, îro di qada navneteweyî de wekî mînakeke nerm û pragmatîk a serweriyê tê dîtin. Ev ezmûn îspat dike ku xweserî û diyarkirina çarenûsê dikare bi şêwazên modern ên hiqûqî veguhere modeleke serkeftî ya aramî û îstiqrarê.

Giravên Cook
Giravên Cook navê xwe ji deryavan û gerokê navdar ê brîtanî Kaptan James Cook digirin ku di salên 1770yî de gihîştibû herêmê. Ev welat li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê, di nava herêma Polînezyayê de û li ser rûbereke pir berfireh a avî belav bûye. Civaka giravan ji 15 giravên biçûk pêk tê û navenda wî ya îdarî û aborî bajarê Avarua ye.
Tevî ku rûbera axa giravan biçûk e jî, nifûsa wê ya navxweyî ji 15 hezarî zêdetir e. Ji ber têkiliyên nêzîk û mafê welatîbûnê ê bi Zelandaya Nû re, di serî de li Zelandaya Nû û Awistralyayê, nêzîkî 80 hezar mirovên ji xelkê van giravan dijîn. Zimanê îngilîzî û zimanê resen maorî ya Giravên Cook (rarotongan) zimanên fermî yên dewletê ne.
Turîzm bingeha sereke ya aboriyê ye, lê di heman demê de masîgirî, bazirganiya moriyên reş ên navdar û xizmetên darayî yên navneteweyî aboriya herêmê xurtir dikin.



