Şîrketa Amerîkîyê Nvidia projeya xwe ya Robotaxiyê pêşkêş kir.
Proje ji alîyê xwedîyê Nvidiayê Jensen Huang ve hat ragihandin.
Huang di bernamaya berhemên elektronîkî ya li Las Vegasê wiha axivî:
Êdî dema ChatGPTya ji bo Aqlê Çêkirî ya fîzîkî hat. Bi saya vê, mekîne wê fam bikin. nirxandinê bikin û di jîyana rastîn de hereket bikin. Robotaxsi berhema yekemîn e ku wê ji vê teknolojîyê sûd wergire.
Huang gotinên xwe wiha dom kirin:
“Em xeyal dikin ku rojekê wê milyarekî otomobîlên li ser rêyan bi xwe biçin.”
Navê projeya Nvidiayê Alpamayo ye û ji bi teknolojîya Aqlê Çêkirî dixebite.
Otomobîlên wê çêkirin wê bi xwe biçin û di heman de ji bo rewşên awarte amade bin.
Şîrketa alman Mercedes-Benz di vê projeyê de hevkarê Nvidiayê ye.
Robotaxiyên wê di di dawîya îsal de li Amerîkayê bên bikaranîn.
Pişt re, heman otomobîl wê derkevin ser rêyên Asya û Ewrûpayê.
Nvidia şîrketeke teknolojîyê ku heta niha bi hilberîna çîpan tê naskirin.
Dahata salane ya şîrketê salane 131 milyar dolar e.
Hebûna giştî ya Nvidiayê digihîje 4 trîlyon dolaran.


