Qonaxa yekem a hilbijartinên herêmî li Keşmîra di bin kontrola Pakistanê de ku bi navê Azad Jammu û Keşmîr (AJK) tê naskirin îro di bin tedbîrên mezin ên ewlehîyê de dest pê kir. Hevpeymaniya Çalakiyên Gel a Hevpar a Jammu û Keşmîrê (JAAC) ji aliyê hikûmetê ve hatibû qedexekirin, banga boykoteke giştî kir.
Sedema sereke ya vê krîza siyasî, daxwaza JAACê ya ji bo betalkirina 12 kursiyên di meclîsa herêmî de ye ku ji bo koçberên ji Keşmîra di bin kontrola Hindistanê de ye hatine veqetandin. Lêbelê, Dadgeha Bilind a herêmê biryar da ku ev kursî di bin parastina destûra bingehîn de ne û bêyî guhertineke destûrî nikarin bên betalkirin. Berîya hilbijartinan, Pakistan JAACê wekî “rêxistineke terorî” qedexe kir û bi dehan alîgirên wê girtin.
Paşxistina dengdanê û qurbanî
Ji ber meş û xwepêşandanên ku ji destpêka hezîranê vir ve rû dane, li gorî agahîyên herêmî herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Ji ber rîskên ewlehiyê, rayedaran hilbijartin dabeşî sê qonaxan kirin: Dengdana li paytext Muzaffarabadê wê di 2yê tebaxê de û ya li herêma krîtîk a Poonchê wê di 10ê tebaxê de bên lidarxistin.Tê ragihandin, hikûmeta nû ya herêmî wê di navbera zextên artêşa Pakistanê û alîgirên JAACê ku li kolanan ajîtasyonê bilind dike de pir lawaz bimîne.

Meseleya Keşmîrê
Keşmîr welatekî stratejîk ê Asyayê ye û îro di navbera sê dewletan de hatiye parvekirin. Hîndistan ji 43% erdên welêt kontrol dike û wekî dagirkerê herî mezin tê dîtin. Li alîyekî din, Pakistan 37% û Çîn jî 20% Keşmîrê kontrol dike. Li gorî serjimara herî dawî, 68% nifûsa herêmê misilman in. Loma jî cudahîya dîn bingeha herî xurt a nakokîya li Keşmîra di bin dagirkerîya Hindistanê de ye.
Keşmîr piştî avakirina Hindistan û Pakistanê di sala 1949an de, di navbera her du welatan de bû meseleyeke aloz û her duyan bi rêya parvekirina welêt rê li ber serxwebûna Keşmîrê girtin. Ji wê demê heta niha, herdû welatên xwedî çekên nukleerî sê caran ji bo Keşmîrê şer kirin. Piştgirîya Pakistanê ya ji bo rêxistinên îslamî yên li Keşmîra di bin kontrola herêma Hindistanê de bû sedema destpêkirina şerekî navxweyî yê dijwar û wekî encam, Hindistanê polîtîkayeke giran a zilma leşkerî û siyasî li ser gelê herêmê ferz kir.

Hêjayî gotinê ye, Hindistan di 2019an de Statûya Otonomîyê ya Keşmîrê betal kir. Pêşnûmeya qanûna betalkirinê di Parlamentoya Hindistanê de bi dengên wekîlên neteweperest ên hîndû (ku ji 86%ê parlamenteran pêk dianî) hatibû qebûlkirin. Bi pejirandina vê qanûnê, xala 370. a Destûra Bingehîn a Hindistanê ku erk û mafên berfireh yên xweseriyê dabûn gelê Keşmîrê, ji holê hat rakirin.



