SerupelAborîBYD di bazara wesayîtên elektrîkî de bû yekemîn

BYD di bazara wesayîtên elektrîkî de bû yekemîn

Şîrketeke Çînê ya wesayîtên elektrîkî hildiberîne, di firotanê de bû yekemîn. Heta niha şîrketa amerîkî Tesla di vî warî de li cîhanê yekemîn bû.

Şîrketa BYD ya Çînê cara ewil ji Teslayê zêdetir wesayîtên elektrîkî firot.

BYD ragihand, wê di sala 2025an de 2.25 milyon wesatîyên elektrîkî firotîye.

Ev rêje nîsbet bi du sal berê 28 ji % zêdetir e û wekî serfirazîyeke mezin tê qebûlkirin.

Şîrketa amerîkî Tesla ku di vê bazarê de yekemîn e, par 1.65 milyon wesatîyên elektrîkî firotî ye.

Firotana wesayitên Teslayê di sê mehên ewil ên 2025an de 16 ji % kêm bû ye.

Sebeba sereke ya vê kêmbûna ji nişkave qutbûna alîkarîya dewletê ya ji bo kirîna wesayîtên elektrîkê bû.

Amerîka heta niha destpêka sala par alîkarîya bi qasî 7,500 dolarî dida kesên hin cureyên wesayîtên elektrîkî dikirîn.

Analîstên borsaya amerîkî Wall Streetê piştî vê geşedanê, pêşbînîyên ji bo firotana Teslayê kêm kirin.

Tesla şîrketa Elon Musk e ku wekî mirovê herî dewlemend ê cîhanê tê naskirin.

Lîjneya Rêveberîyê ya Teslayê par ji bo bilindkirina firotana Teslayê, 1 trîlyon dolar ji bo Musk veqetandibû.

Musk ji bo sala 2026an herî zêde bi plana xwe ya firotina robotaxsî û otomobîlên xwe bi xwe diçin bawer e.

Şefê Teslayê hêvî dike bi van berhemên nû şîrketa wî para xwe ya bazara cîhanê de zêde bike.