SerupelÇandKela dawî hildiweşe: Kurdî ji devê zarokan winda dibe

Kela dawî hildiweşe: Kurdî ji devê zarokan winda dibe

Li gorî lêkolînên SAMERê, astengkirina perwerdeya fermî valahîyeke mezin xistîye navbera axaftin û nivîsandina kurdî; nêzîkî sedî 37ê civakê nikare bi zimanê xwe binivîse. Di 6 salên dawî de bikaranîna kurdî ya li malan ji sedî 69an daketiye sedî 45an. Tevî ku zêdetirî sedî 97ê welatîyan perwerdeya bi kurdî daxwaz dikin jî, zextên siyasî, fikara cihêkariyê û nebûna saziyan derbasbûna ziman a ji bo nifşên nû asteng dikin.

Lêkolîn û anketên ku li bakurê Kurdistanê hatine kirin, hişyarîyeke mezin li ser siberoja zimanê kurdî didin. Li gorî daneyên ku di navbera salên 2020 û 2026’an de ji aliyê Navenda Lêkolînên Qadan (SAMER) ve hatine berhevkirin, kurdî êdî ne tenê di qada fermî de, di nav jiyana civakî û xaniyên malbatan de jî ber bi bêtirs û windabûnê ve diçe.

Di tevahiya dîroka Komarê de, kurdî di qada giştî de bi awayekî fîlî hat astengkirin; navên gund û bajaran hatin guhertin û pergala perwerdeyê tenê li ser bingeha yekzimanî hat avakirin. Vê dorpêçkirina pergalî kir ku kurdî tu carî nebe beşekî wekhev û mecbûrî yê perwerdeyê. Di encamê de, di navbera axaftin û nivîsandina kurdî de valahiyeke mezin çêbû.

Daneyên sala 2026’an nîşan didin ku ji sedî 45’ê beşdaran dibêjin ew Kurdî ‘pir baş’ fêm dikin û ji sedî 37,5’ê wan jî ‘pir baş’ diaxivin. Lê belê dabanê xwendin û nivîsandinê tije tarî ye:

  • Rêjeya kesên ku dikarin “pir baş” bixwînin dadikeve sedî 23,2yan.

  • Rêjeya kesên ku dikarin “pir baş” binivîsin tenê sedî 17 ye.

  • Ya hîn metirsîdartir; ji sedî 27,5ê welatiyan qet nikarin bi kurdî bixwînin û ji sedî 36,6ê wan jî qet nikarin binivîsin.

Ev encam nîşan dide ku dema zimanek di dibistan, sazî û medyaya nivîskî de cih negire, ew tenê di asta axaftina rojane de dimîne û hêdî hêdî ji çanda nivîskî qut dibe.

Keleya dawî diheje: Ziman li malê winda dibe

Heta niha malbat wekî stargeha herî ewle ya parastina ziman hatibû dîtin. Lê belê daneyên nû nîşan didin ku di nav 6 salan de axaftina bi kurdî ya li malê bi rêjeya 24.3 pûanan paş ve çûye. Ji sedî 69.4’ê sala 2020an di sala 2026an de daketiye sedî 45.1ê. Ev rewş derbaskirina ziman a ji bo nifşên nû dixîne nav xetereyeke mezin.

Zextên polîtîk, tirs û otosansûr

Sedema herî mezin a vê paşveçûnê polîtîkayên yekzimanî yên dewletê, astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û zextên siyasî ne. Piştî tayînkirina qeyûman û girtina saziyên kurdî, tirs di nav civakê de kûr bûye. Îro zêdetirî sedî 60î welatî ditirsin ku ji ber axaftina kurdî di saziyên fermî an jî li ser medyaya dijîtal de bi cihêkariyê re rû birû bimînin. Vê fikarê hiştiye ku dê û bav bi zarokên xwe re zêdetir bi Tirkî bipesivin.

Guhertina di navbera nifşan de

Kula herî mezin di navbera temen û nifşan de diyar dibe. Dema ku di nav kesên temenmezin (65+) de rêjeya axaftina kurdî sedî 77.9 e, di nav ciwanên 18-24 salî de ev rêje dadikeve sedî 34.1’ê. Ya herî fikarxwestî ew e ku di koma temenê 0-5 salî de, ji her çar zarokan yek zimanê dayika xwe li malê qet nabîze.

Rîskên ku li benda civakê û tevgera siyasî ya kurd 

Bêguman lawazbûna zimanê kurdî ne tenê meseleyeke zimannasî an jî windahiyeke çandî ye. Ev rewş rasterast pêşeroja civakî, bîra dîrokî û zemîna birêxistinbûna tevgera siyasî ya Kurd dixîne bin metirsiyê. Eger pêşiya vê paşveçûnê neyê girtin, fikar heye ku di paşerojê de ev xetereyên sereke derkevin holê:

  1. Lawazbûna nasnameyê û aîdiyeta sembolîk: Ziman hiyera herî şênber a nasnameyê ye. Dema ku nifşên nû ji zimanê xwe dûr dikevin, nasnameya kurdî ji nirxekî zindî û rojane veguhere aîdiyeke sembolîk an jî Tenê hişmendiyeke “bi eslê xwe Kurd e”. Ev yek jî xweragiriya civakê û tevlêbûna wan a nav liv û tevgerên civakî kêm dike.

  2. Windabûna bîra çandî û dîrokî: Edebiyata devkî, strana dengbêjiyê, çîrok, biwêj û zêmar tenê bi rêya ziman ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Gava têkiliya nifşên ciwan ji zimanê devkî û nivîskî qut bibe, ev mîrateya çandî ya hezaror salan bi awayekî ku nayê paşvevegerandin winda dibe.

  3. Lawazbûna bingeha daxwazên siyasî: Îro daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji xalên herî xurt ên yektiya civakê ye. Lê belê, eger ziman di jiyana rojane de bi rastî neyê bikaranîn, aliyên dijber dikarin van daxwazan wekî “daxwazên sembolîk û ne hewce” bidin nîşandan. Ev jî zemîna rewa ya daxwazên mafên zimanî lawaz dike.

  4. Qutbûna têkiliyên di navbera nifşan de: Li malên ku kal û pîr bi kurdî, lê nevî û ciwan bi Tirkî diaxivin, ragihandina navmalbatî rasterast zirarê dibîne. Ji ber ku birêxistinbûna civakî û siyasî ya Kurdan her dem xwe spartiye piştevaniya malbatî û xizmtiyê, ev qutbûn bandorê li ser bingeha civakî jî dike.

  5. Dorpêçbûna deverên ziman: Bi koçberiya ber bi bajarên mezin ve, qadên ku kurdî tê de zindî diman (gund û navçeyên biçûk) teng dibin. Ev rewş dihêle ku bikaranîna ziman tenê di nav hinek komikên biçûk de asê bimîne û ji bajarên mezin winda bibe.

Daxwaza perwerdeyê berz e, lê bersiv tune ye

Tevî vê tabloya tarî, civaka Kurd dest ji daxwaza xwe ya ziman bernedaye. Di navbera salên 2020-2026’an de her sal zêdetirî sedî 97’ê beşdaran diyarkirine ku ew perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokên xwe dixwazin. Lê belê nebûna perwerdeya fermî û neserkeftina dersên bijartî rê li ber pêşketina çanda nivîskî girtiye.

Li gorî pisporan, eger di deh salên pêş de pêngavên şênber ji bo perwerdeya fermî û bikaranîna ziman di qadên giştî de neyên avêtin, metirsiya windabûna bîra çandî û qutbûna nasnameya civakî dê kûrtir bibe.

Ev nivîs ji ser gotara Rûstem Sîncar ku di ANF Kurmancî de hatiye weşandin, ji nû ve hatiye amadekirin.