SerupelNûçeÎspanya Arjantînê têk bir û bû şampiyonê 2026an

Îspanya Arjantînê têk bir û bû şampiyonê 2026an

Di fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de ku li Stadyuma MetLife (New Jersey) hat lîstin, Îspanyayê di dema dirêjkirî de bi gola Ferran Torres tîma Arjantînê 1-0 têk bir û piştî sala 2010an cara duyemîn di dîroka xwe de bû şampiyonê cîhanê. Serokê DYA’yê Donald Trump gelek lîderên dewletan fînalê ji trîbunê temaşe kirin û kûpa bi hev re pêşkêşî lîstikvanên Îspanyayê kirin.

Cengiz Demirtaş

Di fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, Îspanya bi golek ku di dema dirêjkirî de avêt, Arjantîn 1-0 têk bir û şampîyonîya xwe ya duyemîn a cîhanê ragihand. Fînal ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump û gelek lîderên dewletan ve ji trîbunê hat şopandin.

Di fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de, hezkiriyên futbolê bûn şahidê kelecaneke mezin. Di pêşbirka fînalê ya ku li Stadyuma MetLife a li New Jersey hat lîstin de, Îspanya û Arjantîn hatin pêşberî hev. Lîstika di 90 qedeyên asayî de bêgol bi dawî bû. Îspanya di dema dirêjkirî de bi gola ku Ferran Torres de avêt, reqîbê xwe 1-0 têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Arjantîn ku beşa dawî ya pêşbirkê bi 10 kesan temam kir, nekarî bû pêşî li gola Îspanyayê bigire. Bi vê encamê, Îspanya Kûpaya Cîhanê ya 2026an bir mala xwe.

Lîderên cîhanê fînalê temaşe kirin

Serokê DYAyê Donald Trump jî fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ji trîbunê şopand. Trump piştî pêşbirkê, tevî Serokê FIFAyê Gianni Infantino kûpaya şampiyoniyê pêşkêşî futbolvanên îspanyol kir. Herwiha, Kralê İspanyayê VI. Felipe, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney, Serokdewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum û Serokwezîrê İspanyayê Pedro Sánchez jî maçê ji li stada li New Jerseyê temaşe kirin.

80 hezar kes 

Pêşbirka fînalê ya ku nêzî 80 hezar hezkiriyên futbolê şopandin, bi tempoya xwe ya bilind wekî yek ji maçên herî nayê jibîrkirin ên turnûvayê bû. Futbolvanên îspanyol ku kêfa şampiyoniyê bi coşeke mezin jiyan, kûpayê tevî alîgirên xwe pîroz kirin.

Îspanya cara duyemîn bû şampiyon

Îspanyayê piştî serkeftina xwe ya sala 2010an, di dîroka xwe de cara duyem Kupaya Cîhanê wergirt. Arjantîna ku şampîyonîyê di rêza duyemîn de qedand nekarîbû bo cara sêyemîn kûpayê bibe mala xwe. Herwiha, Arjantînê derfeta ku du caran li pey hev bibe şampiyonê cîhanê ji dest da.

————————–

Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş, rojnamevanê kurd e ku ji sala 2019an ve di qada ragihandinê de dixebite. Demirtaşê ku li ser endezyarî û radyo-televîzyonê perwerde dîtiye, ji sala 2022an ve kariyera xwe ya rojnamevaniyê li derveyî welat berdewam dike.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.