SerupelNûçeMadrîd û Valensîya ketin pêş, Katalonya li paş ma

Madrîd û Valensîya ketin pêş, Katalonya li paş ma

Veberhênana ku ji aliyê îspanyayê ve li Katalonyayê tê kirin, di sala 2025'an de daket %8,6an. Tevî ku Katalonya %19’ê hilberîna giştî (GDP) ya Îspanyayê pêk tîne jî, rêjeya ku ji budceya giştî werdigire pir li paş ma. Li aliyê din, budceya Herêma Madrîdê zêdetirî du qatî ya Katalonyayê bû. Herêma Valensiyayê jî ji ber xebatên avahîsazîyê yên piştî karesata lehîya 2024an, di veberhênanan de derket pêş. 

Raporên aborî yên sala 2025’an nîşan didin ku di dabeşkirina veberhênanên Îspanyayê di navbera herêmên otonom de ne hevsengî tune ye. Rêveberiya Giştî ya dewletê û şîrketên giştî yên wekî ADIF û RENFE, di sala 2025an de li Katalonyayê 1 mîlyar û 321 mîlyon euro veberhênan pêk anîn. Ev hejmar li gorî sala 2024an (1 mîlyar û 409 mîlyon euro) % 6,2 kêm e. Bi vî rengî, para Katalonyayê di nav tevahiya veberhênanên welat de daket %8,6an. Ev rewş ji aliyê aborînas û siyasetmedarên herêmî ve wekî neheqîya di qada aborîyê de tê nirxandin; ji ber ku Katalonya %19ê Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) pêk tîne û %17yê nifûsa Îspanyayê dihewîne.

Berevajîya vê, Herêma Otonom a Madrîdê di dabeşkirina budceyê de bi 3 mîlyar û 218 mîlyon euroyî bû pêşeng. Ev hejmar zêdetirî du qatî budceya Katalonyayê ye, tevî ku giringiya aborî û nifûsa her du herêman nêzîkî hev e (Madrîd %14,5 nifûs û %19,8 GDPyê pêk tîne). Paşveçûneke mezin li Giravên Balearê jî çêbûn û veberhênana li giravan bi kêmbûna %26,6encax gihîşt 255,8 mîlyon euroyî.

Li Herêma Otonom a Valensiyayê rewş bi temamî cuda bû. Veberhênana dewletê bi rêjeya %76 zêde bû û ji 987,6 mîlyon euroyî derket 1 mîlyar û 737,8 mîlyon euroyî. Ev zêdebûna mezin bi giranî ji ber nûkirina binesaziyên veguhastinê û karên hîdrolîk ên piştî karesata lehîya 2024an pêk hat. Saziya Júcar Hydrographic Confederation budceya xwe zêdetirî 5 qat zêde kir û saziyên bendavan jî veberhênanên xwe hema hema sê qat kirin.

Tevî ku veberhênana giştî li seranserê Îspanyayê %18 zêde bûye û gihîştiye zêdetirî 15,3 mîlyar euroyî, ev mesref piranî li Madrîd, Valensîya, Galîsya û Andalûsîyayê hatîye kirin.

Aboriya Katalonyayê

 Daneyên sereke yên aborîya Katalonyayê wiha ne:

  • Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP – 2024): 316.728 milyar euro (%19’ê tevahiya Îspanyayê pêk tîne).

  • Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê kesekî/ê: (GDP per capita-2024): 37.477 euro (Ji navînîya Îspanyayê %14,8 bilindtir e).

  • Rêjeya mezinbûna aborîyê (2025): Salane % 2,9 (Navînîya Îspanyayê %2,8 ye).

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.