Yadgar Arjmandî
Di cîhana îro de ku globalîzasyon û teknolojî bi lezeke mezin pêş de diçin, fikarên li ser windabûna ziman, çand û nasnameyên resen roj bi roj zêdetir dibin. Ji bo gelên wekî kurdan ku dîrokeke wan a tije koçberî, parçebûn û zextên siyasî hene, parastina mirata çandî ne tenê tercîhek, lê belê meseleyeke hebûn û tunebûnê ye. Di nav van nirxan de, muzîk xwediyê cihekî bêhempa ye. Ew ne tenê amûreke şahî û kêfxweşiyê ye; muzîk bîra kolektîf a gelekî ye, pira veguhastina ziman e û asêgeha herî xurt a parastina dîrokê ye.
Mirov berî ku nivîsandinê nas bike, muzîk nas kir. Berî ku pirtûk bên çapkirin, stran hebûn û berî ku dîrok bi pênûsan were qeydkirin, çîrok û rûdanên mezin bi deng û melodiyan ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Ji ber vê yekê, muzîk yek ji zimanê herî kevin ê mirovahiyê ye. Arkeolojî nîşan dide ku flûtên ji hestiyên ajalan hatine çêkirin 40 hezar sal kevn in û ji destpêka dîrokê ve bi mirov re hevalbendî kirine. Di şaristaniyên Mezopotamyayê, Misrê, Yûnanistana Kevn û Rojhilata Navîn de muzîk her dem wekî parçeyek ji perwerdehî û felsefeyê hatiye dîtin. Platon û Aristoteles bawer dikirin ku muzîk dikare karaktera mirovan ava bike.
Ji bo kurdan, ev taybetmendî hîn kûrtir e. Li welatê me muzîk tenê huner nebûye; dengbêjî, kilam, lawik û heyamok di parastina ziman û bîranînên civakî de rola arşîveke zindî lîstine. Berî ku gelek bûyerên dîrokî, şer, koçberî û qedexe bên nivîsandin, wan di stranan de jiyana xwe berdewam dikirin. Ev mîrateya zindî mîna nexşeyeke çandî ye ku tê de navên bajaran, çiyayan, navên qehremanan û hûrgiliyên jiyana rojane hatine parastin.
Zanyarê navdar Alan P. Merriam di berhema xwe ya “The Anthropology of Music” de balê dikişîne ser vê yekê ku muzîk rasterast di nav dilê civakê de çêdibe û nabe ku mirov wê ji çandê biqetîne. Ev rastî bi taybetî ji bo muzîka kurdî wiha ye. Dema ku nivîsandin û weşana bi zimanê dayikê qedexe bûn, dengbêjî bû sîwana ku ziman û dîrokê ji asîmîlasyonê parast. Di nav her melodiyekê de, ne tenê ritmek, lê belê exlaq, nirx û felsefeya jiyanê ya kurdewarî hat honandin.
Bandora muzîkê ne tenê di asta civakî de ye, di asta derûniya mirov de jî xwedî bandoreke mezin e. Zanist îro piştrast dike ku guhdarîkirina muzîkê asta stresê kêm dike û derûniyê aram dike. Neurozanyar Daniel J. Levitin di pirtûka xwe ya “This Is Your Brain on Music” de diyar dike ku muzîk hilberîna dopamînê di mejî de zêdetir dike û hesta hêvî û motîvasyonê geş dike. Ev taybetmendiya dermanî ya muzîkê, di heman demê de ji bo civakeke ku tûşî trawayên dîrokî û koçberiyê bûye, wekî melhemekê ye. Ew bîra windabûyî zindî dike û hêza domandina jiyanê dide mirovan.
Her wiha, muzîk di perwerdehiya zarokan de jî stûneke sereke ye. Fêrbûna amûrên muzîkê dîsîplîn, sebir û berpirsiyariyê dide zarokan û bîra wan xurt dike. Ji bo zarokên kurd, bi taybetî yên li diasporayê (wek Swîsre, Almanya, Swêd û welatên din ên Ewrûpayê) mezin dibin, muzîk dibe pireke zêrîn a ku wan bi ziman û welatê wan ve girê dide. Di navendên çandî yên diasporayê de, dema zarokek hînî lêdana tembûrê, erbaneyê an bilûrê dibe, ew tenê fêrî hunerekê nabe; ew destê xwe dirêjî koka xwe ya çandî dike.
Muzîk ji bo gelê kurd tenê deng û awaz nîne; ew nasname ye, bîra kolektîf e û parastina vê hunerê, parastina hebûna me ya li ser vê axê ye.
Çavkanî:
Merriam, A. P. (1964). The Anthropology of Music.
DeNora, T. (2000). Music in Everyday Life.
Levitin, D. J. (2006). This Is Your Brain on Music.
UNESCO. (2003). Convention for the Safeguarding of the Intangible Cultural Heritage.
——————————–

Kî ye Yadgar Arjmandî?
Yadegar Arjumandî xwediyê mastera Hiqûqa Navneteweyî û zanyariya siyasî ye. Zêdetirî 30 sal in di warê rêveberiya çand, huner û organîzekirina festîvalan de çalak e. Wekî akademîsyen, rojnamevan û mamosteyê muzîka kurdî dixebite û beşdarî xebatên Dibistana Kurdî ya li Swîsreyê dibe. Arjumandi ku di heman demê de hakemê navneteweyî yê sporê ye, li Swîsreyê wekî nûçegihanê çandê û muzîkjenê fermî xebatên xwe berdewam dike.



