Cengiz Demirtaş
Di nîv-fînala Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, du tîmên favorî yên tûrnûvayê, Îspanya û Fransa hatin pêşberî hev. Di vê pêşbirkê de ku ji aliyê otorîteyên futbolê ve wekî “fînala zû” hate nirxandin, Îspanya bi serkeftina 2-0 ji qadê veqetiya. Bi vê encamê, Îspanya bû tîma yekem ku derket fînala Kûpaya Cîhanê.
Îspanyayê ku di destpêka maçê de bêtir xwedî li gogê derket, bi pasên kurt lîstik kontrol kir. Fransayê jî hewl da bi êrîşên bilez bigihîje golê. Di saetên ewil de her du tîman jî herî zêde giringîyê da ewlehîya parastinê lê Îspanya bi saya serdestiya xwe ya li naverasta qadê, bû aliyê ku tempoya lîstikê diyar kir.
Di nîveka yekemîn de maçê de, piştî ku Lamine Yamal di nav qada cezayê de hate xistin, Îspanyayê penaltiyek bi dest xist. Mikel Oyarzabal şuta penaltiyê veguherand golê û tîma xwe 1-0 xist pêş. Fransaya ku di nîveka yekem de paş de mabû, di nîveka duyem de bêtir rîsk girt. Şagirtên Didier Deschamps bi lîstikvanên mîna Kylian Mbappé, Ousmane Dembélé û Antoine Griezmann li gola wekheviyê gerîyan, lê parastina Îspanyayê tu şaşî nekirin. Golparêz Unai Simón jî bi performansa xwe ya xurt serdestiya tîma xwe parast.
Îspanyayê jî valahiyên ku reqîbê wê li pêş hiştibûn baş bikar anîn. Di deqeya 58an de gola ku Pedro Porro tomar kir, skorê kir 2-0 û tîma Îspanyayê gaveke din nêzî fînalê kir. Di deqeyên mayî de Fransayê zexta xwe zêde kir, lê gola ku lê digeriya nedît. Îspanyayê lîstika xwe ya kontrolkirî berdewam kir, heta kêlîya dawî serdestiya xwe parast û bi serkeftina 2-0 derket fînala Kûpaya Cîhanê.
Reqîbê Îspanyayê yê di fînalê de, wê bibe serketiyê maça nîv-fînalê ya din ku wê di navbera Îngilistan û Arjantînê de were lîstin. Hemû hezkirîyên futbolê niha bala xwe dane vê têkoşîna krîtîk ku wê fînalîstê duyem ê Kûpaya Cîhanê diyar bike.
————————–




Cengiz Demirtaş, rojnamevanê kurd e ku ji sala 2019an ve di qada ragihandinê de dixebite. Demirtaşê ku li ser endezyarî û radyo-televîzyonê perwerde dîtiye, ji sala 2022an ve kariyera xwe ya rojnamevaniyê li derveyî welat berdewam dike.