SerupelNûçeDu DAEŞ’iyên din ên tevî qirkirina Kurdên Êzîdî bûne hatin cezekirin

Du DAEŞ’iyên din ên tevî qirkirina Kurdên Êzîdî bûne hatin cezekirin

Dadgeha Almanyayê ceze da jin û mêreke endamên DAEŞ’ê yên tevî qirkirina Kurdên Êzîdî bûne û du keçên Kurd ên Êzîdî kirine kole. Mêrî cezayê heta hetayê û jinê jî 9 sal û 6 meh ceze xwarin.

Dadgeha Almanyayê jin û mêreke Iraqî yên endamên DAEŞ’ê, bi hincetên ku li Sîncarê du keçên Kurd ên Êzîdî kirine kole û wan îstismar kirine, sûcê li dijî mirovatiyê û sûcê şer pêk anîne mehkûm kir.

Dadgeha Herêmê ya Bilind a Munîhê biryareke ku bibe mînak da û cezayê girtîgehê yê heta hetayê da mêrê bi navê Tuwana HS û 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da jina wî ya bi navê Asia RA.

Darizandina herdu DAEŞ’iyan bi qasî sal û nîvekê dewam kiribû.

Di encama darizandinê de diyar bibû ku herdu DAEŞ’iyan, di navbera salên 2015 û 2017’yan de, li Iraq û Suriyê, li herêmên di bin kontrola DAEŞ’ê de ev sûc pêk anîne. Di vê navberê de, wekî parçeyekî êrîşên DAEŞ’ê yên sîstematîk ên li dij civaka Kurdên Êzîdî, keçeke 5 salî û keçeke 12 salî yên Kurdên Êzîdî revandine û kirine kole.

Hatiye tespîtkirin ku van kesan qurbaniyên xwe bi darê zorê dane xebitandin, xwestine îdeolojiya xwe bi zorê bi wan bidin qebûlkirin û jiyaneke li derveyî şert û mercên însanetiyê dane pêşiya wan.

Tevî vê yekê, dadgehê tespît kiriye ku dema mêr êrîşa cinsî li herdu keçan kiriye, jinê jî alîkariya wî kiriye. Li gorî tespîtên dadgehê, herdu jin û mêran lêxistina tund li herdu keçan kirine û bi ava kelandî îşkence li wan kirine û wan şewitandine.

Herdu jin û mêrên DAEŞ’î di sala 2017’yan de reviyabûn Almanyayê û li wir daxwaza îlticayê kiribûn.

Dadgeh dibêje dema reviyane, ji dêvla herdu keçên Kurdên Êzîdî serbest berdin, wan teslîmî hin DAEŞ’iyên din kirine û lewma jî bûne sedema ku kolekirina wan dewam bike.

Herdu bersûc heta Nîsana 2024 a dema li bajarên Regensburg û Rothê yên Bavyerayê ji aliyê rayedarên Alman ve hatin girtin, xwe li Almanyayê veşartibûn.

Dema darizandinê, hat îdiakirin ku jin bi darê zorê hatiye zewicandin û tu têkîliya wê bi DAEŞ’ê re tuneye, bes dadgehê ev îdia li ber çav negirt û herdu bersûcan jî berpirsiyar dît.

Vê biryarê ji bo mexdûrên Kurdên Êzîdî wekî serkeftineke hiqûqî tê pênasekirin. Tê gotin ku bi vê biryarê berbiçav dibe ku têgeha li ser çi sûcên qirkirinê, li dij mirovatiyê û şer, her çiqasî wext di ser re derbas bibe jî, divê bên darizandin esas digire.