SerupelNûçeAmerîkayê careke din li Îranê xist; Tehran dibêje hewildanên agirbestê “berhewa” bûne

Amerîkayê careke din li Îranê xist; Tehran dibêje hewildanên agirbestê “berhewa” bûne

Washington pevçûnên li der dora Tengava Hurmuzê wekî hincet nîşan dide. Aûcdariya ku êrîşan li keştiyên bazirganiyê pêk tîne li Tehranê dike.

Amerîkayê careke din êrîş bir ser Îranê. Washingtonê piştî ku Tehranê bi êrîşên li keştiyên bazirganiyê sûcdar kir pêla êrîşan li Îranê pêk anî. Amerîka pevçûnên li der dora Tengava Hurmuzê wekî hincet nîşan da.

Di dîmenên ku ji aliyê Qumandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ve hatin weşandin de, xuya dibe ku balafirên şer ji keştiyên balafiran ên şer radibin û fuze tên avêtin.

Her çiqasî tê ragihandin ku hedefên van êrîşan Îran e û li binesaziya Îranê hatiye xistin jî, diyar nabe ku ev dîmen kengî hatine kişandin.

CENTCOM dibêje ji bo kabiliyeta êrîşên li keştiyên navneteweyî yên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin qels bikin, wan bi dehan li hedefên Îranê xistine.

Li beramber, Tehranê bi fuzeyên dûravêj êrîş baregehên Amerîkayê yên li dewletên herêmê pêk anî.

Tevî vê yekê, Îranê da ragihandin ku Tengava Hurmuzê heta ragihandineke din wê girtî bimîne û wê destûrê nedin tu keştî di tengavê re derbas bibin.

Li pêyî êrîşan, Wezareta Karên Derve ya Îranê şermezarî da êrîşên Amerîkayê. Pê re jî got: “Êrîşên dawîn diyar kiriye ku hewildanên dîplomatîk ên di mehên dawîn de tên kirin “berhewa” bûne.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.