Îsraîlê li taxa Sabra ya Xezayê êrîşa hewayî pêk anî. Dema êrîşê fuze avêt taxê. Li Sabrayê teqînên mezin pêk hatin, ewrên dixanê li ser taxê bilind bûn.
Artêşa Îsraîlê beriya êrîşê hişyarî dabû, ji nişteciyan taxê xwestibû ku taxê derhalê vala bikin.
Medyaya Filîstînê radigihîne ku li Kolana El-Sîna ya li rojavayê başûrê Xexayê, dezgeheke hesinkariyê bûye hedef. Dibêje dema vê êrîşê çar Filîstînî hatine kuştin û birîndar hene.
Li pêyî êrîşê, Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan li “tesîseke hilberandina sîlehan” a ku ji aliyê milîtanên Hamasê ve dihat xebitandin xistine.
Di daxuyaniya artêşê de hat gotin ku “Hamasê peymana agirbestê binpê kiriye. Milîtanên Hamasê ji bo behremendiya xwe ya leşkerî ji nû ve zindî bikin, di nava hewildanan de bûn. Lewma jî di vê tesîsa hilberîna çekan de parçeyêin sîlehan hildiberandin.”
Piştî ku Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de êrîş li Îsraîlê pêk anîbû û piraniya wan sivîl 1.139 kes kuştibû û pê re jî zêdetirê 200 kesan revandibû, Tel Avîvê şerekî giran li Xezayê dabû destpêkirin.
Li gorî daneyê Wezareta Tendurustiyê ya Xezayê, di encama êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê, heta niha zêdetirê 73 hezar û 200 Filîstînî hatine kuştin û zêdetirê 173 hezar û 500 kes jî hatine birîndarkirin.


