SerupelNûçeArjantîn di nîv-fînalê de ye!

Arjantîn di nîv-fînalê de ye!

Xewna Swîsreyê ya ji bo nîv-fînala Kûpaya Cîhanê 2026 bi karta sor a Embolo bi dawî bû. Swîsreya ku 10 kes ma, di dema dirêjkirî de 3-1 li hemberî Arjantînê têk çû. Tevî ku Julian Alvarez Arjantîn bir nîv-fînalê jî, Swîsre bi lîstikeke serbilind xatir ji turnûvayê xwest.

Cengiz Demirtaş

Xewna Tîma neteweyî ya Swîsreyê ya ji bo nîv-fînalê Kûpaya Cîhanê ya 2026 pêk nehat. Swîsre çaryekfînaleke ku tê de tansîyon gelek bilind bû, bi encama 3–1 li hember Arjantînê têk çû.

Her du tîm di maça li Kansas Cityê ya li DYAyê de jî bi leza bilind dest bi lîstikê kirin û di tevahiya demê de gelek şansên golê afirandin. Swîsre bi rêxistin û berxwedana xwe heta deqeya 72an li hember yek ji favorîyên şampîyonayê rawestîya. Lê di wê deqeyê de, Breel Embolo piştî ku karta sor wergirt, ji lîstikê hate derxistin. Derketina Embolo hevsengiya lîstikê guherand û Arjantîn bû serdestê lîstikê.

Piştî ku dema normal bi dawî bû, lîstik hat dirêjkirin. Di wê qonaxê de Arjantîn hêza xwe nîşan da û bi pêşengîya Julian Alvarez sê gol avêt. Swîsre tenê dikarîbû carekê torê bihejîne û di dawiyê de bi encama 3–1 têk çû.

Bi vê serkeftinê, Arjantîn derbasî nîv-fînalê bû û hêviya xwe ya bidestxistina şampîyonê cîhanê domand. Ji aliyê din ve, Swîsre ku di tevahiya turnûvayê de performansek baş nîşan da, tevî têkçûnê bi serbilindî ji Kûpaya Cîhanê veqetiya. Derxistina Embolo bi karta sor wekî xala herî krîtîk a lîstikê tê nirxandin û gelek kes bawer dikin ku ew bû sedema sereke ya guherîna encamê.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.