SerupelNûçeMuzakereyên Îran û Amerîkayê pêş nakevin

Muzakereyên Îran û Amerîkayê pêş nakevin

Heyetên Îran û Amerîkayê li paytext Dohaya Qeterê ne, bes di navbera wan de çi hevdîtin pêk nayê. Qeterê ragihand, heyeta Amerîkayê ji dêvla Îranê, wê bi navbeynkaran re rûnê.

Rageşiya di nav Amerîka û Îranê de dewam dike. Muzakereyên ji bo bidawîkirina şer bi pêş nakeve. Tevî Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku li paytext Dohaya Qeterê heyetên wan û Îranê wê li hev rûnên jî, Qeterê ragihand, di navbera heyetên herdu welatan de wê tu hevdîtin pêk neyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecît Bin Mûhemmed El-Ensarî dibêje Steve Witkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Donald Trump û zavayê wî Jared Kushner li Qeterê ji dêvla nûnerên Îranê, wê bi navbeynkaran re werin gel hev.

Berdevk tevî got: “Di navbera Îran û Amerîkayê de wê tê hevdîtinên payebilindan pêk neyê.” Pê re jî destnîşan kir ku fona Îranê ya 6 milyar dolaran ji Tehranê re nehatiye şandin.

Li ser Tengava Hurmuzê jî got: “Ji nû ve vekirina tengavê gelekî girîng e. Divê tu alî astengiyan daneyîne ser tengavê. Çi girtineke tengavê nayê qebûlkirin.”

Heyetên Îran û Amerîkayê tevî ku çûbûn paytext Doha ya Qeterê jî, Îranê dabû ragihandin ku wê bi Amerîkayê re tu hevdîtinên rasterast pêk neyînin. Bes Îran ji bo pereyên wan ên hatine desteserkirin di nava hewildanan de ye û dixwaze pereyên xwe vegerîne.