Welatîyên Swîsreyê di referandûma îro de ji pêşnîyaza bisînorkirina nifûsê re gotin “na.” Li gorî encamên dawî yên dengdanê, ji % 54,8ê hilbijêran li dijî pêşnîyazkirina bisînorkirina nifûsê deng dan. Rêjeya kesên dengên erênî dan jî gihîşt ji % 45.2. Bi vê encamê, înîsiyatîfa ku armanca wê bisînorkirina nifûsê û koçberiyê bû, bi ser neket.
Însîyatîf ji alîyê Partîya Gel a Swîsreyê (SVP) ve ku di parlamentoya federal de hêza herî mezin e, hatibû pêşnîyazkirin. Partî rastgir e û bi pozîsyona xwe ya li dijî penaber û koçberan tê naskirin.
Însîyatîfa li dijî koçberîyê pêşnîyaz dikir ku nifûsa Swîsreyê heta sala 2050an ji 10 milyonî derbas neke. Alîgirên însîyatîfê didin zanîn, koçberîya ji derveyî welêt nasnameya welêt diguherîne, bandorê li ser çavkanîyên aborî yên welêt dike û bi vî awayî jî qelîteya jîyanê kêm dike. Dijberên însîyatîfê vê red dikin û ew jî dîyar dikin ku pêdivîya welêt bi hejmareke zêde karkeran heye û bi rêya koça ji derve ev pêdivî dê pêkanîn.
Di 2002an nifûsa Swîsreyê 7.3 milyon bû û niha nifûs gihîştiye 9.1 milyonî. Ji % 27ê civakê ji kesên ku li derveyî welêt ji dayik bûne pêk tê.
Armanc guherîna destûra bingehîn bû
Ev însîyatîf dixwest ku du xalan li Destûra Bingehîn a Swîsreyê zêde bike. Xala ewil, ji dewletê daxwaz dikir ku nifûsa niştecîhan heta sala 2050an ji 10 milyon kesan derbas nebe. Ji hikûmeta federal û kantonan dihat xwestin ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku mezinbûna nifûsê bê kontrolkirin û kapasîteya jîngehê, binesaziyê, tenduristiyê û sîstema civakî were parastin.
Xala duyemîn, li rêveberîya federal û kantonan ferz dikir ku eger nifûs di 2050an de ji 9,5 milyonî derbas bibe, bi taybetî di warê penaberî û yekbûna malbatan de tedbîrên taybet werin girtin. Bi heman xalî dihat daxwazkirin ku eger sînorê 10 milyonî jî were derbas kirin, hikûmet wê peymanên navneteweyî yên ku mezinbûna nifûsê teşwîq dikin ji nû ve binirxîne an betal bike.
Fatoş Demirtaş



